PDK'ê nehişt malbat cenazeyê kurê xwe yê YPG'yî bîne

Malbata şervanê YPG'ê Esad Karabag (Elî Kanîreş) ê di 20'ê Tebaxê de li Hesekê jiyana xwe ji dest da, ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe çû Deriyê Sînor ê Sêmalka. Lê PDK'ê malbat vegerand.

Malbata şervanê YPG'ê Esad Karabag (Elî Kanîreş) ê di 20'ê Tebaxê de li Hesekê jiyana xwe ji dest da, ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe çû Herêma Federal a Kurdistanê. Malbatê xwest ji bo rakirina cenazeyê kurê xwe ji Deriyê Sînor ê Sêmalka biçe Hesekê. Lê belê destûr ji malbata Karabag re nehat dayîn.

Apê Karabag Ferît Karabag helwesta pêşmergeyên PDK'ê ya li hemberî wan şermezar kir û got, "PDK'yiyan hem nehişt em cenazeyê biraziyê min rakin, hem jî li wê derê heqaret û zilm li me kirin."