Der barê nûçegihanê DÎHA'yê Yilmaz de doznameyeke xeyalî hat amadekirin

Têkildarî nûçegihanê DÎHA’yê Îdrîs Yilmaz de, ku li navçeya Erdîş a Wanê b lêdanê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, bi îfadeyeke xeyalî dozname hat amadekirin.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Îdrîs Yilmaz di taziyeya gerîlayê HPG’ê Azad Gunay (Azad Welat) de, roja 6'ê Mijdara 2016'an li taxa Yeşîlova ya Erdîşê di êrîşan polîsan de bi lêdanê hatibû binçavkirin. 

Dozgeriya komarê der barê Yilmaz de ku îfadeya wî jî nehatibû girtin, lê weke ku hatibe girtin, doznameyek amade kir. 

Dozgerê Komarê Omer Faruk Keser li ser îfadeya polîsan ewraqa lêpirsînê vekir û bêyî cih bide îfadeya Yilmaz gotiye, "di îfadeya gumanbar de ku 08/01/2016'an ji hêla Sedozgeriya me ya Komarê ve hatiye standin, sûcê li ser xwe înkar kiriye".

Lê Yilmaz dibêje, roja ku dozgerî dibêje 'îfadeya wî hatiye girtin' ew di ber edliyeyê re jî derbas nebûye û got, "Doznameya ku hatiye amadekirin bi temamî xeyalî ye. Bi temamî li gorî îfadeya polîs hatiye amadekirin û li gorî daxwaza polîs hatiye nivîsîn. Heya dawiyê ez ê mafê xwe yê îtîrazê bi kar bînim."

...