Li Tendurk leşkerên Tirk di dorpêç de ne, li Bedlîsê jî 4 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Çiyayê Tendurek leşkerên Tirk hatine dorpêçkirin, ragihand ku wê têkildarî şerê li herêmê diqewime û encamên şer agahiyan paşê par ve bikin.

HPG’ê ragihand ku li Bedlîsê 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî hatin birîndarkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di 2’yê Îlaonê de li Mêrdînê 2 gerîlayên wan şehîd ketibûn nasnameya wan eşkere kir.

LI BEDLÎSÊ ÇALAKÎ: 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 3 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de; gerîlayên me 2’yê Îlonê saet 11.30’an yekîneyek leşkerî ya hewl dida li qada Mêrgemîra ya girêdayî navçeya Motkî ya Bedlîsê bi dizî tevbigere xist bin kontrolê û çalakî li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Danê êvarî saet 17.30’an artêşa TC li qûntarê Mêrgemîra leşker danîn. Gerîlayên me li dijî van leşkeran 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin, 2 leşker mirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me Şehîd Sorxwîn û Şehîd Medenî hatin lidarxistin.

LI TENDUREKÊ LEŞKERÊN TIRK HATINE DORPÊÇKIRIN

HPG’ê ragihand ku şerê li herêma Tendurek dewam dike û têkildarî detayên şer û rewşa li herêmê wê piştre daxunî bide.

Di daxuyaniyê de wiha hat ziman: “30’ê Tebaxê li qada Çiyayê Tendurekê yê mabeyna navçeyên Ebexa Wanê û Bazîda Agiriyê, artêşa TC bi tevlîbûna hezaran leşkerî ve operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon ji hêla gerîlayên me ve hate kontrolkirin û piştrî jî leşker hatin dorpêçkirin. Li dijî van yekîneyên leşkerî yên dorpêçkirî çalakiyên berfireh hatin lidarxistin û gelek kuştiyên dijmin çêbûn. Di vê operasyonê de êrîşên bi teknîka zêde pêk hatin, artêşa TC ji bo cenazeyên leşkerên xwe yên mirî ji qadê derxe serî li gelek hewldanan daye.”

LI DERSIMÊ KEMÎN

HPG’ê diyar kir ku artêşa bi hêzekî 50 kesan a leşkeran ve li herêma Mercan a girêdayî Plûr a Dersimê kemînan datînin.

LI WANÊ ÇALAKIYA YJA-SATAR

Di dewam daxuyaniyê de hate xuyakirin ku di 2’yê Îlonê de hêzên YJA-Star di saet 01:00’an de li dijî stasyona Turkcell Vodafone-Avea Baz a li gundê Xavûsta yê girêdayî navçeya Şax çalakiya sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê stasyona bazê bi tevahî hate îmahkirin.

LI MÊRDÎNÊ 2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

HPG’ê destnîşan kir ku nasnameya 2 gerîlayên ku di 2’yê Îlonê de li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

2’yê Îlonê saet 18.30’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC ên ku xwe li girekî navçeya Kerboran a Mêrdînê bi cih kiribûn, çalakiya serdegirtinê li dar xistin. Li vir 2 gerîlayên me birîndar bûn û tevî hemû mudaxeleyan jî 2 gerîlayên me şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

 

Nasnav: Cembelî Hakaryan

Nav û Paşnav: Devlet Akan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik û Bav: Adile - Abdûllah

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Mêrdîn

***

Nasnav: Dilxwaz Botan

Nav û Paşnav: Husnu Kolanç

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Şerîfe – Kasim

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Mêrdîn

...