Çeteyên Qesrê Taxa Kanîka ya dîrokî ya li Nisêbînê xira kir

Taxa Kanîka ya navçeya Nisêbînê ku zanîngeha yekemîn a cîhanê ya bi navê Nisîbîsê lê hatiye avakirin, piştî êrîşên tevkujiyê ji hêla çeteyên Qesrê ve bi wesayîtên kar hate tunekirin.

Taxa Kanîka ya navçeya Nisêbîna ya Mêrdînê ku bi boneya xwerêveberiyê bi mehan li ber xwe da, ji hêla çeteyên Qesrê  ve bi wesayîtên  kar hate rûxandin. Li taxa wargeha yekemîn a Nisêbînê, di heman demê de bermahiyên zanîngeha yekemîn a cîhanê ya bi navê Nisîbîsê jî hene. Taxa bi mehan bûyî qada berxwedanê, piştî vekişîna Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ji hêla dewletê ve bi têlên risayî hatibû dorpêçkirin. Piştî dorpêçê, tax bi wesayîtên kar hate rûxandin. Li gel rûxandina taxê, bermahiyên zanîngehê jî bi wesayîtan ve derdixin derveyî bajêr. 

Her wiha Kolana Lozanê ya ku li derveyî taxên berxwedanê ye û ti texrîbat lê tune ye jî, tê rûxandin.