Ji Torîno ji bo hikûmetên Italyan û Tirk peyam: Em ê çokan daneynin
Kurdên ku li Torîno ya Italyayê têne darizandin, gotin ew ê ji ya xwe neyên xwar.
Kurdên ku li Torîno ya Italyayê têne darizandin, gotin ew ê ji ya xwe neyên xwar.
Li Torîno ya Italyayê, der barê çalakgeran de, ku beriya bi salekê bi mebesta şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk ên li bakurê Kurdistanê, şûbeya THY’ê dagir kiribûn, doz hatibû vekirin. Têkildarî rûniştina pêşîn a dozê de kesên ku têne darizandin daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de xwedî li wê çalakiyê derketin ku bibû hinceta dozê û wiha hate gotin:
‘’Em dixwazin bibêjin ku li hemberî êrîşên Erdogan ên bi ser tevgera Kurd de em ê bêdeng nemînin. Em dixwazin diyar bikin ku di serî de Italya, li hemberî têkiliyên dewletên Ewropa yên aborî yên bi Tirkiyê re û li hemberî bêdengmayina wan a li rewşa heyî, helwesta me wê neguhere.
Em dixwazin were zanîn em ê ji ya xwe neyên xwarê û li hemû beşên Kurdistanê em ê doza şoreşger biparêzin û hevgiriya me ya bi PKK’ê re, bi zext û zordariyê wê neqede; heke ji we heye ku hûn ê bi vê nêzîkatiyê bikin ku em ê çok deynin, hûn şaş in.’’
Piştî rûniştinê Kurd û dostên wan kortêjek çêkirin, pêşî ber bi girtîgehê ve çûn ku girtiyên siyasî lê diman, piştre jî li navenda bajêr daxuyaniyeke kurt dan û çalakiya xwe bi dawî kirin.