Li Bedlîsê şewata ku bi destê leşkerên Tirk rû da, 4 roj in didome
Li Bedlîsê agirê ku 4 roj berê leşkerên Tirk ên derketibûn operasyonê li daristanê dadabûn, didome.
Li Bedlîsê agirê ku 4 roj berê leşkerên Tirk ên derketibûn operasyonê li daristanê dadabûn, didome.
Li Bedlîsê agirê ku 4 roj berê leşkerên Tirk ên bi desteka hewayî derketibûn operasyonê li daristanê dadabûn, didome. Li qada daristanî ya li hêla gundên Yûkari Olek, Bûzlû Pinar û Yûkari Yolak ên li herêma Çeltîklî û Sîhiyê ye, şewata ku leşkerên Tirk dadana, 4 roj in dewam dike, hêzên dewleta Tirk nahêlin destwerdanek çêbibe. Heta niha bi hezaran dar û cureyên zindiyan ji ber agir bûne xwelî.
Eger agirê ku berbelav dibe neyê vemirandin, rîsk heye ku bi gundên derdor jî bikeve.