NÛ BÛ

Li Çelê tank hate rûxandin

HPG’ê destnîşan kir ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê piştî kepçeyek artêşa Tirk bi çalakiya sabotajê hate îmhakirin, vê carê jî tankeke ku hate cihê bûyerê hate rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 2’yê Îlonê saet 15.00-16.00’an li derbenda Erbîş a li qada Ertûşê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê, kepçeyek artêşa TC bi çalakiya sabotajê hate îmhakirin.

HPG’ê destnîşan kir ku tankeke piştî çalakiyê hate cihê bûyerê jî bi çeka RPG-7 hatiye rûxandin, got; “Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Her wiha di şer de ku li derbenda Erbîşê rû da, 2 leşker hatin kuştin.

Ji saetên sibehê heta niha artêşa TC êrîşê kelha Ertûşê, girên Şehîd Cahîd û Şehîd Newal dike. Hate ragihandin ku kuştiyên artêşa TC hene. Her wiha artêşa TC 3 caran hêzên li vir guhertine.”