Dîcle: Soza ku me daye şehîdan em ê pêk bînin; berxwedanê bilind bikin
Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin nebedîkirin û qetilkirin û parêzvanên mafê mirovan, li Kurdistanê hesap pirsîn.
Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin nebedîkirin û qetilkirin û parêzvanên mafê mirovan, li Kurdistanê hesap pirsîn.
Hevserokê KCD’ê Dîcle yê ku beşdarî çalakiya li Amedê bû, anî ziman ku wê têkoşînê bilind bikin û soza kesên ku hatin qetilkirin pêk bînin.
AMED
Xizmên Nebediyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo kojer bên darizandin û aqûbeta xizmên wan bê diyar kirin, di hefteya 395'an de çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê ya Amedê wê pêk anîn. Çalakiya welatiyan ji ber rewşa OHAL'ê ev 3 hefteye nayê hiştin li Parka Koşuyoluyê bê lidarxisitn. Di çalakiya vê hefteyê de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, hevjîna Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar û kurê wî Felat Sîncar jî di nav de ji hêla gelek xizmên Nebediyan ve hat lidarxisitn.
Di çalakiya vê hefeyê de aqûbeta Wekîlê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê di 4'ê Îlona 1993'an de piştî tevli merasîma cenazeyê endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokrasiyê (DEP) Habîp Kiliç bû û di serdana esnafan de hat qetilkirin hat pirsîn.
Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar diyar kir ku hevjînê wê jiyana xwe daye têkoşîna azadiya gelê kurd, 2 birayên wê jî di têkoşîna azdiyê de jiyana xwe ji dest dane. Sîncar aşkera kir ku ew wê bi hêvî û baweriyê têkoşîna wan bimeşînin û çavên wan li piş nehêlin.
'CEM ERSEVER JI BO VÊ HAT KUŞTIN'
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî diyar kir ku li ser qetilkirina Sîncar re 23 sal derbas bûye, hêj kujer nehatine dîtin û ev tişt got: "Wê demê dema em hatin Amedê me dît ku sîxûr me dişopînin. Êrîşa di 4'ê Îlonê de pêk hat ji hêla sîxurên di lojmanên cendirmeyan de rûdiniştin ve pêk hat, ev ji hêla Cem Ersever ve jî hat gotin. Ji ber ku wî ev rastî got piştî mehekî hat kuştin."
Dîcle di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku dewletê berî 23 salan jî li dijî destkeftiyên gelê kurd bû, îro jî li dijî destkeftiyên gelê kurd e û wiha got: "Gelê me çawa 23 salan li ber xwe da wê îro jî li ber xwe bide. Soza ku me wekî hevriyekî da wan, em wê bi gelê xwe re vê têkoşînê bidomînin."
ÊLIH
Xizmên Nebediyan û ÎHD'a Êlihê di hefteya 395'an de li Kolana Gulistanê di çalakiyê de bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdullah Tarim hat pirsîn. Hat diyarkirin Tarim dema li Kolana Aydin Aslan ji kargeha xwe vedigeriya, li gorî şahidên buyerê ji hêla hin kesan ve li texsiyeke torosê tê sîwar kirin, bi salan e ti agahî jê nayê girtin.
Piştî çalakiyê 5 deqan çalakiya rûniştinê hat li darxisitn.
RIHA
Li Rihayê ÎHD û xizmên Nebediyan cara 71'emîn li ber NAvenda Kar a Ahmet Bahçivan hatin cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hate vekirin. Li ser navê malbatan Hevserokê ÎHD'ê yê Rihayê Atilla Yazar axivî û çîroka Nûnerê Rojnamena Ozgun Gundemê ê Serêkaniyê Huseyîn Denîz ê hate qetilkirin parve kir xwest kiryar bên dîtin û darizandin.
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.