Ji endamên KJA ya Xelfetiyê ji bo Nisêbînê piştgirî
Pêkhateyên KJA yên Xelfetiyê, xurekên ku di çarçoveya kampanyayê de ku ji bo piştevaniya Nisêbînê dan destpêkirin, kom kirin, şandin Nisêbînê.
Pêkhateyên KJA yên Xelfetiyê, xurekên ku di çarçoveya kampanyayê de ku ji bo piştevaniya Nisêbînê dan destpêkirin, kom kirin, şandin Nisêbînê.
Pêkhateyên KJA yên Xelfetiyê, xurek û alavên ku di çarçoveya kampanyayê de ku ji bo piştevaniya qadên xwerêveberiyê dan destpêkirin, kom kirin, şandin Nisêbînê. Jinan malzemeyên alîkariyê yek bi yek kirine paket, li kamyonan siwar kirin û ber bi Nisêbînê ve şandin.
Dema alîkarî yên ku wê bi rêka Komaleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Rojava bigihêje Nisêbînê, li wesayîtê dihat barkirin, daxuyanî hate dayîn.
‘DEST BI DEST..’
Berdevka Pêkhateyên KJA ya Xelfetiyê Nahîde Saglamcan daxuyanî da, destnîşan kir ku kampanyayê bi armanca alîkariya bi malbatên ku di encama êrîşên AKP/Qesrê de malên wan hatine xirakirin dane destpêkirin. Saglamcan ev îfade kirin: “Em ê dest bidin destên hev, xwedî li xaka xwe derkevin û li dijî vê zorbetiya li dijî gelê xwe li ber xwe bidin. Em dikarin bi fêmkirina hevûdu û parvekirina êşan xwe xurt bikin. Em ê hesabê van qetlîaman bipirsin. Bi tîlîliyên xwe, govendên xwe vê têkoşînê tacîdar bikin û xwedî li Rêbertî, axa û azadiya xwe derkevin.”
Piştî daxuyaniyê, wesayîtên hatin barkirin ber bi Nisêbînê derketin rê.