Di çalakiyên gerîla de 22 leşker hatin kuştin, 21 leşker birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de ku li Kurdistanê hatin lidarxistin, 22 leşker hatin kuştin, 21 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û têkîldarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de; 2’yê Îlonê saet 15.00’an gerîlayên me, wesayîtek zirxî ya Kobra ya yekîneyên operasyonê yên artêşa TC li ser rêya Amed-Farqînê kirin hedef û çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev wesayît îmha bû, li vir bi zelalî leşkerek mir û 7 leşker jî birîndar bûn.

30’ê Tebaxê artêşa TC li qada Apê Mûsa ya Amedê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Di vê operasyonê de ku ji 17 tabûran pêk tê û cerdevanên ji gundên Cevzê, Nêrib, Siwan û Ûçûrê jî tevlî bûne, pêgerên hewayî yên bêmirov keşfê dikin, bi hewan û obusan jî gelek dever tên bomberdûmankirin. Hêzên operasyonê qûntarên Cixsê, Pêya, Buyuk Taşlık, Kuçuk Taşlık, Qilê Boxa, Speynik, Xiraba, Paşê Çiya û Şelê girtine, her wiha avêtin ser malên gundên derdor.  2’yê Îlonê piştî nîvro saet 16.00’an yekîneyên leşkerî yên nêzî gundê Mahmê ji hêla gerîlayên me hatin kontrolkirin û çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker mirin, 4 leşker jî birîndar bûn. Yekîneyên leşkerî yên kuştiyên wan çêbûn, ketober gundên derdor dan ber guleyan. Ev operasyona êvara 2’yê Îlonê vekişiya.

ARTÊŞA TIRK AGIR BERDA DARISTANA LI ÇEWLIKÊ

Du roj in artêşa TC ji qereqolên Zîver û Vardîrek ên girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, derbendên Kiltûş û Mûradê dan ber hewan û çekên A-4. Agir bi vê eraziyê girtiye.

29’ê Tebaxê danê sibehê saet 05.00’an hêzên me li dijî xeta boriya gaza xwezayî ya mabeyna gundên Pêya û Ziyaret ên girêdayî Mûşê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Bi teqînê ve di xeta boriyê de xisarek mezin çêbûye, leşkeran jî li eraziyê operasyon dane destpêkirin. Ev operasyon danê êvarî bêencam vekişiyaye.

LI DERSÎMÊ ŞER

1’ê Îlonê saet 16.10’an komek gerîlayên me yên ku ji bo wezîfeyê li qadên Garboyûn, Zargayît û Arman ên girêdayî Dersîmê diçûn wezîfeyê, ew û leşker  rast hev hatin û şerê nêzî saetekî qewimiye. Di encama lêdanên bi bandor ên gerîlayên me de yekîneyên leşkerî vekişiyane, helîkopterên Kobra ketober li eraziyê dane. Dîsa ji qereqolên derdor jî erazî bi obus û hewanan hate bomberdûmankirin. Danê êvarî saet 20.00’an artêşa TC yekîneyên teqwiye veguhestin, bi helîkopterên Skorsky leşker danîn. Danê sibehê saet 08.00’an leşkeran rêya Dersîm-Xozatê li trafîkê girtin, li wesayîtan jî lêgerîn pêk anîne.

5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Yekîneyek dijmin a ji 22 kesan pêk dihat ku li nuqteyek din a vê rêyê bûn, saet 10.25’an ji hêla gerîlayên me ve ji mesafeyek nêz hate hedefkirin. Piştî şerê demkurt, artêşa TC mirî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine. Di encama vê çalakiyê de bi zelalî 5 leşker mirin, qasî hat zelalkirin 2 leşker jî birîndar bûn. Ev operasyon bêencam vekişiyaye.

Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo bîranîna gerîlayên me yên ku di pêvajoya dawî de şehîd ketine hatin lidarxistin.

OPERASYONA LI TENDUREKÊ DIDOME

Operasyona berfireh a artêşa TC  ku ev 3 roj in li qada Tendurekê li dar dixe, dewam dike. Encamên operasyonê ku li gelek deveran şer rû daye, wê piştre bi awayekî berfireh bê ragihandin.

LI DIJÎ HÊZÊN OPERASYONÊ ÇALAKÎ

1’ê Îlonê saet 05.30’an artêşa TC li qada Cûdî ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Dema artêşa TC xwe li qûntarê Kursekeça ya li mintiqa Şehîd Adil bi cih kirin, hêzên me bi çekên RPG-7 û ferdî lê dan. Li vir bi giştî 7 leşker hatin kuştin. Her wiha, li dijî leşkerên piyade jî çalakiyek sabotajê hate lidarxistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Heman rojê saet 19.00’an, dema leşker gihiştin rêya Navakara, hêzên me çalakî li dar xistin û 2 leşker kuştin. 2’yê Îlonê operasyone vekişiya, artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirin. Di şer de 3 gerîlayên me bi şerekî lehengî şehîd ketin.

LI KERBORANÊ ÇALAKIYA SERDEGIRTINÊ

2’yê Îlonê saet 18.30’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC a ku xwe li girekî navçeya Kerboran a Mêrdînê bi cih kiribûn çalakiya serdegirtinê li dar xistin. Li dijî 6 çeperên gir, ji 2 baskan ve êrîş hate lidarxistin, di encam de 4 çeper bi temamî hatin rûxandin; hêzên me çûn ser 5 cenazeyên leşkeran û 5 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de;

1Tabanca, 1 xeleka BKC, 2 êlekên pola, 1 dûrbîna şevê, 1 dûrbîna termal, 1 rextê M-16 û telefonek hatin desteserkirin, çekek giran a A-4 jî hate rûxandin. Piştî çalakiyê wesayîtek zirxî ji bo mudaxeleyê hat. Hêzên me bi awayekî bi bandor lê dan û wesayît teqiya û îmha bû. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me hatiye lidarxistin.  

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK QADÊN GERÎLA BOMBE KIRIN

2’yê Îlonê saet 17.00’an balafirên şer ên artêşa TC ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, derdora qûntarê girê Karker, qada Şehîd Berîtan û ava Hacibegê yên girêdayî herêma Xakurkê bombe kirin.”