KCK: Bi dirûşma ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’ wê têkoşîn were geş û gurkirin

KCK: Tevgera me û gelê me heta ku têkildarî tendirustî û ewlekariya Rêber Apo agahiyê nestîne wê bi dirûşma ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’ têkoşînê geş û gur bike.

KCK: Tevgera me û gelê me heta ku têkildarî tendirustî û ewlekariya Rêber Apo agahiyê netsîne wê bi dirûşma ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’ têkoşînê geş û gur bike, têkoşîna azadiyê bi çalakiyên xwedî derketina li Rêber Apo wê bigihîne asteke dîtir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniye nivîskî diyar kir, di Desteya Millî ya Ewlekariyê de, 30’ê Cotmeha 2014’an biryar hatiye dayin ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi rêya şer biçewisînin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir, pêkanîna girîng a vê biryara şer, redkirina mitebeqata çaresekirina arîşeya Kurdan bû, li ser zemîna demokrasiyê ku 28’ê Sibata 2015’an li Qesra Dolmabahçeyê Şandeya HDP’ê ya Îmraliyê û rayedarên hikûmetê bi hev re ji raya giştî re daxuyandibûn û wiha hate gotin: ‘’Piştî redkirina Mitebeqata Dolmabahçeyê ji 5’ê Nîsana 2015’an ve li ser Rêber Apo tecrîd giran kirin. Tecrîda li ser Rêber Apo û şerê qirêj ê ku li dijî têkoşîna azadiya Kurd di heman demê de dest pê kirin. Di asta tundiya ku li ser Kurdan dimeşînin, li ser Rêber Apo tecrîda giran û şerê psîkolojîk kirin. Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ji ber ku dizane nêzîkatiya li Rêber Apo û ya li gelê Kurd û têkoşîna azadiyê weke hev e, ji bo tendiristî, ewlehî û azadiya Rêbertiya xwe tim di nav berxwedan û têkoşînê de bûye.

Têkildarî tendirustî û ewlekariya Rêbertiyê, piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an metirsî û fikara gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê zêdetir bûye. Dema ku mirov dêhn û bala xwe bidiyê ku di hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê de bi çekên giran li derdorê reşandine û bi sedan însan hatine kuştin, wê werê fêhmkirin ku gelê me û Tevgera me, hêzên demokrasiyê di vê fikar û metirsiya xwe de çi qasî bi heq in.

 ‘GELÊ ME, EV 1.5 NÎV E JI BO KU TÊKILDARÎ tendirustî Û EWLEKARIYA RÊBER APO BIBE XWEYÎ AGAHÎ ÇALAKIYAN DIKE

Malbat, parêzer, gelê me û Tevgera Azadiyê ji 15’ê Tîrmehê ve daxwaz dike ku Rêber Apo bi malbat, parêzerên xwe re hev bibîne. Gelê me ev mehek û nîv e ji bo ku têkildarî tendirustî û ewlekariya Rêber Apo bibe xweyî agahî çalakiyan dike. Tevgera me ya Azadiyê gelek caran bi awayekî cidî dengê xwe li hikûmetê kiriye. Hêzên Demokrasiyê jî xwestine ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hev bibîne. Li gel ku tê zanîn têkildarî tendirustî û ewlekariya Rêber Apo hesasiyetek mezin heye jî, nehiştine ku hevdîtin pêk werin. Vê rewşê li nav gelê Kurd û hêzên demokrasiyê metirsî zêdetir kirine û hêrsa li dijî hikûmetê jî zêdetir kiriye.

Hêzên demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên demokratîk ku ev hesasiyet û hêrsa gelê me dîtin, 5’ê Îlonê bi daxwaza ku ji Rêber Apo agahiyê bistînin, wê dildar dest bi girêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorlêveger bikin. Ev daxuyanî derbûna wê ye ku hesasiyet û hêrsa gelê me hatiye heta bi qirikê. Hêzên demokratîk bûne berdevkên vê hesasiyeta gelê me. Em vê çalakiya ku partiyên siyasî yên demokratîk û saziyên demokratîk ku bi mebesta ku têkildarî tendirustî û ewlekariya Rêber Apo agahiyê bistînin, dane destpêkirin, watedar dibînin. Agahdarbûna ji rewşa tendirustî û ewlekariya Rêber Apo hem heqekî sereke ye û ji hêla dî ve jî demokratîkbûna Tirkiyê rasterast bi vê ve têkildar e. Hêla demokratîk a siyasî ya vê çalakiyê jî têra xwe heye. Ji vê hêlê ve diyar e ku saziyên demokratîk bi mîsyona xwe helwestek nîşa dane, ev hişkere ye.

Girêva birçîbûnê ya ku wê 5’ê Îlonê dest pê bike, bi tendiristiya Rêber Apo ve têkildar e lê her wiha têkildarî demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya arîşeya Kurdan e jî. Ji bo vê jî divê hemû gelê Kurd bi gelek rêbezên demokratîk divê piştevanê vê çalakiyê be. Gelê me di asta ku vê çalakiyê xurt bike û watedar bike divê desteka xwe bidiyê. Tenê ne gelê Kurd divê hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyê jî li pişt vê çalakiya girêva birçîbûnê ya 5’ê Îlonê be û piştevaniya xwe nîşan bide.

Gelê me û hêzên demokrasiyê divê têkildarî agahdarbûna ji tendirisitiya Rêber Apo divê qet ji rojevê dernexînin. Hemû rojev divê di ser vê re werin zimên û li ser vê divê têkoşîn were geşkirin. Ji hêla gelê Kurd ve û Tevgera me ya Azadiyê ve bêyî ku ji tendiristiya Rêber Apo agahî were standin, ti wateyê wê nîn e ku em li ser rojeveke dî rawestin û biponijin.

‘BI DIRÛŞMA ‘BÊ SEROK JIYAN NABE’ TÊKOŞÎN WÊ WRE GEŞ Û GURKIRIN’

Tevgera me û gelê me heta ku têkildarî tendirustî û ewlekariya Rêber Apo agahiyê netsîne wê bi dirûşma ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’ têkoşînê geş û gur bike, têkoşîna azadiyê bi çalakiyên xwedî derketina li Rêber Apo wê bigihîne asteke dîtir. Em girêva birçîbûnê ya hêzên demokratîk slav dikin, destekê didine an; em hêvî dikin ku ev çalakî di têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyê de, bibe gaveke dîrokî.’’