Ji gelê Pirsûsê li dijî dagirkirinê çalakiya piştgiriyê
Gelê Pirsûsê, piştgirî da çalakiya Kobaniyan a li dijî dagirkirina Tirkiyeyê dewam dike.
Gelê Pirsûsê, piştgirî da çalakiya Kobaniyan a li dijî dagirkirina Tirkiyeyê dewam dike.
Gelê navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi armanca destekdayîna berxwedana gelê Kobanê ku ev 8 roj e li dijî hewldana dagirkeriya Tirkiyeyê didome, li ser sînor dest bi çalakiyê kir.
Şêniyên Pirsûsê 100-200 metre li rojavayê Deriyê Sînor ê Murşîtpiranê ku Tirkiye dîwarê dagirkeriyê lê çêdike, dest bi çalakiyê kir.
Gelê Pirsûsê li beramberî cihê ku welatiyên Kobanê çalakiya xwe didomînin, bi dirûşmeya “Gelê Kobanê bi tenê nîn e” ber bi sînor ve dimeşe.
Heyetek ku ji rêxistinên cavak sivîl û parlementerên HDP’ê yên Rihayê jî di nav de ye, hatin ser sînor. Heyet, piştî kû bi rayedarana re hevdîtin kirin û şûn de derbasî Kobanê bûn û tê payîn ku daxuyaniyekê bidin.