Artêşa Tirk li hemberî berxwedanê ji neçarî vekişiya
Berxwedana gelê Kobanê ya li ser sînor êrîşa artêşa Tirk pûç kir û ew neçar hiştin ku tevî alavên xwe yên leşkerî vekişin.
Berxwedana gelê Kobanê ya li ser sînor êrîşa artêşa Tirk pûç kir û ew neçar hiştin ku tevî alavên xwe yên leşkerî vekişin.
Gelê Kobanê yê berxwedêr ji sibehê ve li dijî êrîşa artêşa Tirk li ber xwe didin. Di berxwedaniyê de bi guleyên artêşa Tirk du ciwanan jiyana xwe ji dest dan, 9 sivîl bi guleberanê û 80 sivîl jî bi bombeyên gazê birîndar bûn. Gelê berxwedêr dîsa xwe neda paş û li ber xwe da.
Hate ragihandin ku artêşa Tirk li beramberî berxwedana gelê Kobanê neçar maye ku êrîşa xwe rawestîne û tevî alavên xwe yên leşkerî ji xaka Kobanê vekişe.
Artêşa Tirk neçar ma ku li ser sînorê di navbera bajarê Pirsûs ê bakurê Kurdistanê û Kobanê de raweste.
Gelê Kobanê yê berxwedêr hê li ser sînor e û li dijî dagirkeriyê nobedariya didomîne.