Demîrtaş: 15’ê Tîrmehê li Îmraliyê şer rû da

Demîrtaş tevlî vekirina avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû, got agahî girtine ku êvara 15’ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê çêbûye, bi kesên ku hewl dane ji helîkopteran dakevin Giravê re şer qewimiye.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel tevlî vekirina avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûn. Di merasîma vekirina avahiyê de her wiha tevî rêveberên HDP/DBP’ê, hevşaredarên DBP’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA’yê bi hezaran kes amade bûn.

Piştî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya bi axaftinek kurt spasiyên xwe pêşkêş kir, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel mafê axaftinê wergirtin, bal kişand ser ew zextên ku li dijî gelê Kurd û partiya wan didomin, got; “Em careke din ji Wanê dibêjin ku berxwedan ji bo gelê Kurd mafê herî rewa ye. Wezîfeyek mirovî ye ku mirov li hember êrîşên li dijî ziman, çand û nasnameya xwe rabe. Hûn jî baş dizanin ku em di nav kîjan şert û mercan de siyasetê dimeşînin. Hevşaredar, xebatkarên partiya me tên girtin. Daxwaza siyaseta demokratîk li gor dewletê terorîstî ye. Daxwaza azadiya gelê Kurd terorîstî ye. Kesên ku ev sala dawî malên gelê me bi serê wan de xirab kirin xwe welatparêz dihesibînin û yên li pey heq û hiqûqê ne jî wek terorîst bi nav dikin. Ji ber em rastiyan dibêjin, dewlet me dadgeh dike. Eger em jî rastiyan nebêjin, ti ferqa me ji wan namîne.”

TÛNCEL: QANÛNA QEYÛMÊ KORSANÎ YE

Tûncel diyar kir ku bi Biryarnameya Di Hiqmê Qanûnê de  hewl tê dayîn ku qeyûman li şaredariyên DBP’ê bi cih bikin, bi van gotinan nerazîbûnên xwe anîn ziman: “Ji ber nikarin bi me re serî derkevin, vê carê jî duh êvarî bi Biryarnameya Di Hiqmê Qanûnê de bi awayekî korsanî biryar dan ku şaredariyan bi navendê ve girêbidin. Em van biryarnameyên we û polîtîkayên we yên zextê nas nakin. Şev û roj ev gel xebitî. Em emanetên gelê xwe nadin we. Wezîfeya me parastina van nirxan e. Ev gel wê ew qeyûmên ku hûn dişînin şaredariyên me qebûl nekin. Bila mîna kesekî din li me nenêrin. Bila bi ew kesên ku dema tên girtin îxanetê li hev dikin re nekin yek. Em tevgera gel in. Me bi gel re têkoşîn gihandiya îro. Di têkoşîna 40 salan de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Me wezîfeya cangoriyan dewir girt. Me 106 şaredarî bi dest xistin. Wan digotin hûn nikarin bi ser bikevin. Ji bo HDP’ê jî dîsa gotin nikare bi ser bikeve. 80 wekîl ketin Meclîsê.”

HEKE HÛN DIXWAZIN BEJIN Û BELA XWE BIBÎNIN EM BIÇIN HILBIJARTINÊ

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş jî got, wan di serdemeke wiha de ku têkildarî rêveberiyên herêmî de zêde tengezarî hebûn, pêşî vekirine.  Demîrtaş diyar kir, şevê dî bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan  de (BHK) biryara tayînkirin qeyûmê hatiye dayin û wiha pê de çû, ‘’Beriya niha jî xwestin derbixînin em bûne asteng. Hingî bi bêsincî tevdigerin û bi bêbandorî pakêta heyî derbas nebû. Lê niha jî bi BHK’yan dibêjin, ‘’em ê dest li ser şaredariyan deynin’’ Heke bi rastî jî hûn dixwazin şaredariyan ji dest DBP’ê bistînin, em hilbijartina pêşwext bikin. Em ê jî destekê bidinê. Heke hûn dixwazin bejn û bala xwe bibînin werin, em bejn û bala we bipîvin.’’

Demîrtaş diyar kir, ew şexsê li Enqerê çavê wî bar nabe ku li Rojava, Minbicê û Cerablûsê barbarên DAIŞ’ê têne qewirandin û wiha got, ‘’Kurdan çi ji we kirine, ev dijminatiyeke çawa ye. Kurd bêyî ku bikevin nav xaka hinan, cinawirên ku we ew xwedî dikirin paqij kirin. Îro jî li ser sînorên Kobanê, ji berk u li dij derketin ku li ser xaka wan dîwaran lêdikin, du ciwanên Kurd hatin kuştin. Ev nîjatperestî ye. Hûn dijminê Kurdan û nîjatperest in. ‘’

15’Ê TÎRMEHÊ LI IMRALIYÊ ŞER DERKET

Demîrtaş diyar kir balafireke şer xwestiye dakeve Grava Imraliyê û şer derketiye û wiha dom kir, ‘’Bi taybetî ji bo rewşa Ocalan a li Imraliyê 5’ê Îlonê wê grêva birçîbûnê dest pê bike. Li gel ku 50 roj derbas bûne, têkildarî Ocalan em ne xwedî agahî ne. Dijî yan na em nizanin. Agahî ji me re hat ku balafireke şer hewl daye ku li Grava Imraliyê deyne û şer derketiye. Em encam şer nizanin.  ‘’Leşkerên ku xwe li Yewnanîstanê girtin, ew leşker bûn ku operasyon bi ser Imraliyê de kirin. Em dixwazin bi awayekî ku ewlekariya wî ya jiyanê ispat bikin, bi malbat û parêzerê xwe re hev bibîne. Abdullah Ocalan rêberê civakekê ye. Ne girtiyekî wiha ku mirov ji rêzê nêzîkî wî bibe. Me heya 5’ê mehê bang kir. Ev 515 roj in em agahiyekê jê nastînin. Ti daxwaza me ya muzakereyên siyasî nîn e, em têkildarî ewlekariya jiyana wî dixwazin agahar bibin. Ku em jê agahiyekê bistînin em ê dawî li grêvê bînin.’’

...