Li Mûşê 4 leşker birîndar bûn
Li Mûşê di şerê gerîlayê HPG’ê û artêşa Tirk de herî kêm 4 leşkerên Tirk birîndar bûn.
Li Mûşê di şerê gerîlayê HPG’ê û artêşa Tirk de herî kêm 4 leşkerên Tirk birîndar bûn.
Li çoltera gundê Ortaç ê girêdayî navçeya Dêrxas a Mûşê, artêşa Tirk bi tevlîbûna cerdevanan operasyonek da destpêkirin. Dema operasyonê de di navbera gerîlayên HPG’ê û yekîneyên Tirk de şer rû da, li gor agahiyên destpêkê 4 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndarbûyî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Li herêmê operasyon didome, hate ragihandin ku cih bi cih şer diqewime.