Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi armanca wergirtina cenazeyên şervanê YPG‘ê Ebdulrehman El- Sultan (Rênas Hesekê) yê 25‘ê Tebaxê dema êrîşên rêjîmê a bi ser bajêr de jiyana xwe jidest da, şervanê YPG‘ê Mihemed Şakir (Goran Hesekê) ê 29‘ê Tebaxê li gundê Ezawî yê girêdayî Şedadê dema êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê a bi ser gund de bersivand jiyana xwe ji dest da, her wiha cenazeyê têkoşer Xerîb Saroxan (Welat Saroxan) ê ku 28‘ê Tebaxêdi berxwedana Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan li hev kom bûn.
Girseyê cenazeyên her sê şervanan wergirtin û bi karwanekî ku bi wêneyên têkoşeran hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê. Welatiyan di riya çûyînê de bênavber dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ berz kirin. Di têketina gund de girse, ji aliyê sedan welatiyên gund ve hat pêşwazîkirin. Şervanên YPG’ê darbestên hevrêyên xwe hilgirtin ser milên xwe û li cihê merasîmê bi cih kirin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Elî Ehmê axivî, sersaxî ji malbatên Şehîdan re xwest û soza şopandina doza têkoşeran dubare kir.
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê Edalet Umer axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û bal kişand ser siyasetên hêzên komploger ên li dijî şoreşa Rojava û got: ”Dixwazin serkeftinên şoreşê û vîna gelan têk bibin. Bi saya keda şehîdan em nêzî serkeftinê dibin, asta me ya berxwedanê bilindtir dibe. Vîna me ji hemû pîlanên dijminan mezintir e.”
Edalet Umer di axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga rêxistin û tekoşînê kir.
Li ser navê YPG‘ê Fazil Hemîd axivî û destnîşan kir ku rewşa heyî û êrîşên derdorê li ser wan rakirna çekê û xweparastin ferz kiriye. Hemîd soza tolhildana şehîdên Rojava da.
Nasnemeyên her sê têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Li ser navê malbata têkoşer Xerîb Saroxan, xwişka wî ya 12 salî Sakîne Saroxan bang li ciwanan kir ku beşdarî nava refên parastinê bibin û asta xwe ya berxwedanê bilind bikin.
Sakîne Saroxan berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bi bîr xist û got: “Rêberê me dilê me ye.”
Li ser navê malbata têkoşer Mihemed Şakir bavê wî Seyîd Şakir axivî û got ku ew serbilind in bi şehadeta kurê xwe û soza şopandina doza têkoşeran da.
Malbata têkoşer Ebdulrehaman El-Sultan jî got ku ew serbilind in û banga yekîtiyê li hemû pêkhateyan kir.
Piştî axaftinan cenazeyên her sê têkoşeran di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” de hatin veşartin.