Du têkoşerên Operasyona Rizgarkirina Minbicê hatin definkirin

Du cangoriyên azadiyê Dijwar Kobanê û Eylem Tolhildan ku di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmek girseyî ve ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin. ‫

Cenazeyê Dijwar Kobanê ku 16’ê Tîrmehê di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî anîbûn Nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê, ji aliyê girseyek qelebalix ve hate wergirtin. Cenaze piştre bi karwaneyekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya girêdayî Dirbêsiyê.

Cenazeyê Eylem Tolhildan ku 23’yê Tebaxê di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû jî, ji Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hate wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî.

Piştî ku her du cenaze gihîştin goristanê, merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de rêveber û endamên TEV-DEM, Kongra Star, PYD, meclîsên gel, komunan û bi sedan welatî amade bûn. Di axaftinan de, dilsoziya bi şehîdan re hate vegotin û soza şopandina rêya wan hat dayîn.

Cenazeyên her du cangoriyan piştî axaftin û xwendina nasnameyan, di nava dirûşme û tîliliyan de hatin veşartin.