Tugaya Ehrar El-Reqa der barê idîayên ku hin dezgehên çapemeniyê belav kirine û dibêjin ku ew ji QSD’ê veqetiyan e, daxuyaniyek da û ew idîa derewandin. Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Tugayê Ferhan El-Esker ve hat dayîn.
El-Esker destpêka daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Di dema dawî de, li ser hin dezgehên çapemeniyê nûçeyên ku dibêjin, di navbera Tugaya Ehrar El-Reqa û Hêzên Sûriya Demokratîk de, şer derktine, hatin belavkirin. Em weke Tugaya Ehrar El-Reqa radigihîn ku ew nûçe ne rast in û derew in. Em di çeperên xwe de ne. Em weke beşek aktîv di nava hêzên QSD’ê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin.”
El-Esker bal kişand ser kesê bi navê Mihemed Zêta û ev tişt anîn ziman: “Piştî ku Tugaya El-Tehrîr ku Mihemed Zêta serkêşiya wê dike, wijdana xwe firot, hêzên Tirkiyê yên dagirker, em vê gavê weke îxanet û asta herî jor a çetetiyê dibînin. Hêzên Tirk ên dagirker hewl dide ku ji bo dagirkirina axa me, hin kesên xwefiroş dikire. Mînakê vê yekê jî Cerablus e.”