HPG’ê 10 gerîlayên ku li Amed, Şemzînan, Agirî û Ordûyê jiyana xwe ji dest dayin, bi bîr anî
Navenda Ragihandina HPG’ê 10 gerîlayên ku li Amed, Agirî, Şemzînana, Ordûyê jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anîn.
Navenda Ragihandina HPG’ê 10 gerîlayên ku li Amed, Agirî, Şemzînana, Ordûyê jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anîn.
Navenda Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya xwe de ku got, ‘’Em Xelîl ê ku berê xwe da nav stêrikan û 9 hevrêyên xwe bi bîr tînin’’ 10 gerîla bi bîr anîn.
Navenda Ragihandina HPG’ê diyar kir sala têkoşînê ya 2016’an sala berxwedaneke mezin û pêvajoya şer bûye û wiha pê de çû, ‘’Ev pêvajoya dîrokî û girîng di meha Tebaxê de, bi ruhê 15’ê Tebaxê bêhtir kûr bûye û veguheriye pêngaveke xurt. Di encama têkoşîneke wiha de, kaosa ku TC di hundir û derve de ketiyê, nîşana wê ye ku têkoşîna me ji her demê zêdetir geş bûye. Bi taybetî jî ji ber ku ji Rêber Apo ti agahî nayên standin, li hemberî vê gelê me û avaniya me ya milîtan bi rihekî fedaî çalakiyên wiha bi pêş xistine ku dijmin hejijandiye. Hevrêyên me yên ku nûnerên giyanê mîlîtanên Apoyî ne, ku bi rihekî pêngavî şer geş dikin, bi dewlemendiya ku bi taktîkan bi dest xistiye, di dîrokê bi qasî ku qet nebûye, nêzîkî serkeftinê bûye. Ev pevgihîna ruhê mîlîtanê Apoyî ya gel-gerîla, ji Serhildanan ber bi Raperînan ve, tîrêjên roja azadiyê hê dijwartir kiriye. Em hevreyên xwe yên leheng ên ku afirînerên roja serkeftinê ne û mîlîtanên fedayî yên Apoyî ne; XelÎl Jehat (Mehmet Şiyar Özer), Adİl Ronî (Yusuf Salin), Erdal Agît (Mahmut Sallahi), Gelhat Gilîdag (Serhat Kahraman), Pirdohan Agirî (İhsan Akıcı), Şiyar Eleşkirt, Avareş Madur (İbrahim Savcı), Rustem Gabar (Eyup Akdohan), Şevîn Dilara (Fatma Mahbağş) û Delîl Dersimî (Çağdaş Hasdemir) bi hurmet bi bîr tînin.
Hevrê Xelîl ku di temenê xwe yê ciwantiyê de têkoşîna azadiy Kurdistanê nas kiriye, heya ku şehîd bikeve jî, îdîaya ku bibe nûnerê ruhê fedayî yê APOyî, bûye yek ji wan fermandaran ku pêdiviyên pêşengtiyê bi cih anîye. Di jiyana têkoşînê de ku Çewlikê heya bi Ewrop û ji wir jî heya bi Çiya berdewam kiriye tim li pêş bûye û bi rihekî fedayî çûye nav stêrikan û bûye stêrikeke rasteqîn a gerîla.
Em son dixun ku peywira dîrokî ya ku di serî de Fermandar Xelîl û 9 hevalên me yên şehîd Cihê Jidayikbûnê dayin me, em ê di xeta serkeftinê de bidomînin û her girêdayî bîranînên wan bin.
Nasnameyên hevriyên me yên ku li Amedê Şehîd ketin:
Nasnav: Xelîl Jêhat
Nav-Paşnav: Mehmet Şiyar Ozer
Cihê Cihê Jidayikbûnêê: Çewlik
Navê Dayik- Bav: Naîde-Ubeyt
Cih û dîrok şehadetê: 24’ê Tebax 2016/Amed
***
Nasnameyên hevriyên me yên li Agiriyê şehîd ketin:
Nav Paşnav: Yusuf Salîn
Cihê Cihê Jidayikbûnê: Îdir
Navê Dê- Bav: Seyran- Îsa
Dem û cihê şehadetê: 19’yê Tebaxa 1016 /Agirî
***
Nasnav: Ergal Agît
Nav Paşnav: Mahmut Sallahî
Cihê Jidayikbûnê: Dalaho
Navê Dayik- Bav: Hacer- Ekber
***
Nasnav: Gelhat Gilîdag
Nav paşnav: Serhat Kahraman
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik û bav : Fatma Yusuf
Dem û cihê şehadetê: 19’yê Tebaxa 2016 / Agirî
***
Nasnav: Pirdogan Agirî
Nav- paşnav: Îhsan Akici
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê dê û bav: Esmer – Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 19’yê Tebaxa 2016 / Agirî
***
Nasnav: Şiyar Eleşkirt
Dem û cihê Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2016 / Agirî
Nasnameyên hevriyên me yên ku li Şemzînanê şehîd ketî
***
Nasnav: Avareş Madur
Nav û paşnav: İbrahim Savcı
Cihê Jidayikbûnê: Trabzon
Navê Dayik– bav: Sema – Mehmet Şahîn
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Tebaxa 2016 / Colemerg
***
Nasnav: Rustem Gabar
Nav û paşnav: Eyup Akdohan
Cihê Jidayikbûnê: Colemerg
Navê Dayik- bav: Zeynep – Bişar
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Tebaxa 2016 / Colemerg
***
Nasnav: Şevîn Dilara
Nav û paşnav: Fatma Mahbagş
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik- Bav: Ferîze- Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Tebaxa 1016/Colemerg
***
Nasnameyên hevriyên me yê ku li Ordûyê şehîd ketî:
Nasnav: Delîl Dêrsimî
Nav Paşnav: Çagdaş Hasdemîr
Cihê Jidayikbûnê: Îzmîr
Navê Dayik- bav: Rabiye- Gazî”