Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan: Artêşa Tirk beşek ji axa Sûriyeyê dagir kiriye. Lewma sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ji holê rabûye, sînorên Rojhilata Navîn guherîn e. Divê TC ji encamên vê rewşa rê li ber vekiriye amade be.
Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.
Kalkan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komkujiya li Dîlokê li daweteke Kurdan hat kirin, ku di encamê de 59 kesan jiyana xwe ji dest dan û got, "Kujer ewçend namerd bûne, ku radibin êrîşî dawetekê dikin." Kalkan ji gelê Kurd, xwediyê dawetê û malbatên mirovên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û diyar kir, ev komkujî dewama komkujiyên Roboskî, Parîs, Amed, Pirsûs û Stenbolê ye.
'DAIŞ LI XWE NAGIRE, AKP BI NASNAMEYA DAIŞ'Ê LI XWE DIGIRE'
Kalkan got, "Dibêjin 'DAIŞ'ê kiriye'. Xwediyê vê îdîayê Tayyîp Erdogan û rêveberên AKP'ê e. Heta niha DAIŞ'ê ev komkujî li xwe negirtiye. Li ser navê DAIŞ'ê, Tayyîp Erdogan li xwe girtiye. Hê lêkolîn nekirin, rabûn gotin, 'Zarokekî 12-14 salî ev komkujî kiriye'. Zêdeyî 10 roj di ser komkujiyê re derbas bûn, lê nasname jî tespît nekirine. Nayê zanîn bê lêpirsîneke çawa dikin. Divê kes xwe nexapîne: AKP van komkujiyan dike, dide kirin. Bi navê DAIŞ'ê yan jî bi nasnameyeke din dike. DAIŞ li xwe nagire, AKP bi nasnameya DAIŞ'ê li xwe digire."
Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de got, "Dijmin ewçend namerd e. Nikare bi egîdî şer bike. Nikare li hemberî hêzên çekdar şer bike. Piştî ku li pêşberî gerîla û hêzên xweparastinê têk çû, radibe tola xwe ji gelê sivîl hiltîne."
Kalkan da xuyakirin, ku ya divê niha bê kirin, gilî û gazin nîne, hêviya ji kujeran nîne û destnîşan kir, ku ew ê tedbîrên xwe bi xwe bigirin.
'DIVÊ HER CIWANEKE/Î KURD BIBE ŞERVANEK'
Kalkan got, "Pêwîste ciwanên Kurd di vê mijarê de bi erk û berpirsyariyeke mezin rabin. Hem ji bo xwe hem jî ji bo civakê tedbîrên xweparastinê bigirin. Lewma divê ciwan bi karekî din re mijûl nebe. Di rewşeke bi vî rengî de ciwanên Kurd ya divê bibin endamên hêzên xweparastinê, yan djî derkevin serê çiyê û bibin gerîla." Kalkan bi vê wesîleyê bang li keç û xortên Kurd kir ku li dijî komkujiyan, ji bo pêkanîna azadiya gelê Kurd berê xwe bidin refên gerîla.
'DAGIRKIRINA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk, ku ketiye nava axa Rojavayê Kurdistanê û got, "Ev rewşeke nû ye. Girîng e her kes li ber vê hewldana dagirkeriyê rabin. Dagirkirina Cerablûsê, xaka Rojavayê Kurdistanê û axa Sûriyeyê ne ya qebûlkirinê ye. Yên li ber vê dagirkeriyê ranebin, ew hevparê wê ne."
'LI CERABLÛSÊ TI OPERASYON NEHAT KIRIN, BI TENÊ DEST GUHERT'
Kalkan li ser merasîma destguhertin-radestkirina Cerablûsê di navbera çeteyan de, ev tespît kir: "Yên niha li Cerablûsê ne, civatek ji bermayînên çeteyên AKP û TC'ê ne. Pîrozbahî jî ji wan nayê, nizanin tiştekî pîroz jî bikin. Ji bo pîrozkirinê hewl dane fîşekan biteqînin, lê berdane hev. Wekî din, heta niha ti şer li herêmê neqewimî, nehat dîtin. Şer li aliyekî, leşkerên Tirk û endamên 'artêşa azad' ên ketin nava Cerablûsê, endamekî DAIŞ'ê jî nedîtin. Ka digotin Cerablûs qaşo qeleha DAIŞ'ê bû."
Kalkan da xuyakirin, ku li Cerablûsê ti operasyon nehatiye meşandin û got, "Dest guhertin. Bi DAIŞ'ê re li hev kirin û DAIŞ'ê Cerablûs radestî artêşa Tirk kir, xwe jî vekişand."
Kalkan da zanîn, vê rewş jî jî bi rengekî vekirî raxistiye pêş çavan ku AKP-TC û DAIŞ yek in.
'DIVÊ DEWLETA TIRK ZÊDEGAVIYÊ NEKE; EGER RÊVEBERIYA ROJAVA BIXWAZE, WÊ KURD HEMÛ BERÊ XWE BIDIN ROJAVA'
Kalkan li ser gef û zêdegaviyên dewleta Tirk ên li gelên Rojava tên xwarin, ev nirxandin kir: "Gef li gelên Rojava tê xwarin. Dibêjin 'em ê biçin filan cihî, bêvan cihî, em ê dagirkeriyê mezin bikin'. Divê artêşa Tirk jî, dewleta Tirk jî zêdegaviyê neke, bi aqilane tevbigere. Eger rêveberiya demokratîk a Rojava bixwaze, wê Kurd hemû biherikin Rojava. Ji Bakur heta Başûr, heta Rojhilat wê hemû siyaseta Kurd biherike Rojava. Hingî wê mafê HPG û YJA Starê jî hebe dest lê werde. Divê kese nebêje, gel û gerîlayên Kurd li pêşberî banga rêveberiya Rojava bêdeng bimînin."
MÎNAKA KOBANÊ
Kalkan bibîr xist, ku hem di dema berxwedana Kobanê hem jî piştî berxwedana Kobanê ev rewş hatiye dîtin û got, "Dewleta TC'yê jî dît, ku Kurd û hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn çawa li dora Rojava gihîştin hev. Lewma divê gelê li Bakurê Kurdistanê û hêzên gerîla li pêşberî vê dagirkeriyê gelekî baldar bin."
'REWŞA ŞER GUHERIYE; SÎNORÊ TIRKIYE-SÛRIYEYÊ ÊDÎ JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku ji 24'ê Tebaxa 2016'an û pê ve rewşa şerê li Sûriyeyê êdî guheriye û wiha dewam kir: "Şer êdî şerekî derve ye. Sînorên Sûriyeyê hatin binpêkirin û ji holê hatine rakirin. Beşek ji axa Sûriyeyê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatiye dagirkirin. Hêzeke derve bi rengekî fermî û di pratîkê de daye nava Sûriyeyê û dagir kiriye. Tayyîp Erdogan bi rengekî vekirî ev got: 'Bûyerên li nava Sûriyeyê ji bo me êdî ne bûyerên li derve ne, bûyerên li hundir in. Em wê derê ji Tirkiyeyê dihesibînin'. Yanî êdî her cihê ku artêşa Tirk xwe bigihînê, weke parçeyek ji Tirkiyeyê dihesibînin. Sînorê navbera Tirkiye û Sûriyeyê êdî ji holê rabûye. Divê her kes vê bibîne. Derbasbûna ji sînor, nabe tenê karê artêşa Tirk be. Eger artêşa Tirk derbas bibe, hingî her şêwe hêza leşkerî dikare derbas bibe; Îran jî, Urdun jî, Îsraîl jî dikarin derbas bibin. PDK jî, HPG jî dikarin derbas bibin. Her kes dikare derbas bibe û kes nikare li ber rabe. Ji ber ku li dij derbasbûna artêşa Tirk derneketine. Artêşa Tirk ev xera kiriye.
'ŞER WÊ IRAQÊ Û SÛRIYEYÊ JÎ BIGIRE NAVA XWE'
Kalkan hişyarî da, ku şerê li Sûriyeyê dikare dijwartir bibe û got, "Dibe ku hin hêzên din jî tevlî şer bibin. DYA û Rûsya ji bo pêşî li vê bigirin, hewl didin civînên nû yên Cenevreyê amade bikin, di nava xwe de li hev bikin, lê belê eger bandora xwe li ser Sûriyeyê gelek bûya, wê pirsgirêk zûdeyî çareser bikira. Nikarîbûn tiştekî bikin. Zêde bandora xwe nebû. Polîtîkayên DYA û Rûsya ne rewşeke ku mirov li Rojhilata Navîn pê bawer bin, ne ew polîtîka ne ku mirov pişta xwe bispêrin wan. Lewma şerê li Sûriyeyê dibe ku bişide û Iraq û Sûriyeyê jî bigire nava xwe. Xeteriyeke bi vî rengî heye. Vê destwerdanê hem DAIŞ xurt kiriye, hem jî şerê Sûriyeyê berfireh kiriye.
'SÎNORÊN ROJHILATA NAVÎN ÊDÎ GUHERÎN E'
Kalkan destnîşan kir, ku êdî sînorên li Rojhilata Navîn guherîn e û ev tespît kir: "Piştî 1. Şerê Cîhanê, bi şer, bi Lozan û Peymana Enqereyê ya 1926'an re, li Rojhilata Navîn dewletên mîna Tirkiye, Iraq, Sûriyeyê ava bûn. Ev peyman jî êdî ji holê rabûn. Artêşa Tirk ket nava Sûriyeyê, yekparebûna xaka Sûriyeyê ji holê rabû. Bi vê ve, yekparebûna her cihî ji holê rabûye. Guherîn û ji nû ve avabûna li Rojhilata Navîn wê êdî bingehîn û kûrtir be. Heta niha her kesî li ser parastina sînorên yekî têkoşîn dimeşand û ev sînor mîna ku di pirtûkên pîroz de hatine nivîsandin, nîşan didan. Halbûkî beriya 90 salan hatibûn destnîşankirin. Beriya wê tine bûn û niha jî tine bûn. Ev sînor wê êdî biguherin. Ya ku sînor guhert jî Tirkiye ye. Tirkiye dibêje 'Ez yekparebûna xakê diparêzin, divê sînor neyên guhertin' lê dema li hesabên wê tê, sînoran bi xwe diguherîne. Divê ji encamên vê re jî amade be. Ev rewş wê bandorê li gelemperiya Rojhilata Navîn bike."
Dûran Kalkan da xuyakirin, ku divê gelên Rojhilata Navîn vê gef û xeteriyê bibînin û bang li hemû gelên herêmê û hêzên şoreşger-demokratîk kir, ku li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin.
'DILÊ MIROV PÊ DIŞEWITE'
Li ser serdana Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê, ku beriya destpêkirina dagirkirina Cerablûsê çû Enqereyê, Dûran Kalkan got, "Bi rastî jî rewşeke îronîk e. Mirov nizanin çi bêjin. Rewşeke ku dilê mirovan pê dişewite. Xuya ye xwestine, di dema destwerdana leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê de Mesûd Barzanî li Enqereyê, li cem xwe bibînin. Li ser çi axivîne, çi nîqaş kirine, em pê nizanin. Dibêjin li ser pirsgirêkên rêveberiya li Hewlêrê axivîn e. Di vî warî de ti agahî ji me re nehat. Bi têrkerî ji çapemeniyê re nehat eşkerekirin. Lê em dikarin a me dîtiye binirxînin; dema ji vir ve lê tê temaşekirin, tê dîtin ku xwestine di êrîşa li hemberî parçeyekî Kurdistanê de rêveberekî parçeyekî din ê Kurdistanê li cem xwe bigire, bi vî rengî rêveberiya parçeyê li hemberî xwe qels bike. Dixwaze bêje 'Kurd li pişt min e, li cem min e'." Kalkan da xuyakirin, ku diviyabû rêveberiya PDK'ê xwe nexistibûya nava vê rewşê.
'ERDOGAN BARZANÎ JI XWE DIHESIBÎNE, WEKE TIRKEKÎ DIBÎNE'
Kalkan bal kişand ser rê û rêbazên pêşwazîkirina Barzanî û got, "Di hevdîtiya beriya vê de, ala Başûrê Kurdistanê danîbûn paşê, lê vê carê ew jî tinebû. Li ber du alên Tirkan bi destê Erdogan girt û pê re axivî. Erdogan Barzanî ji xwe dihesibîne, weke Tirkekî dibîne. Dibêje 'Tu dikare li ber ala Tirkan bisekine'. Weke vîneke din qebûl nake; vîna Başûrê Kurdistanê û Iraqê nas nake. Tercîha Barzanî bi xwe ye, ku xwe xistiye nava rewşeke bi vî rengî. Lê belê ev tercîh nebaş e û şaş e. Me heta niha ji dil û bi biratî jê re got, ku ev şaş e. Lê belê timî li pişt gotinên me li niyeteke din geriyan. Helwesta me hê jî heman helwest e."