'Dewleta Tirk sûc dike'
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, dewleta Tirk ji aliyê hiqûqî ve sûc dike.
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, dewleta Tirk ji aliyê hiqûqî ve sûc dike.
Ji ber ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin, gelê Kurd bi fikar e. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ev fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan gelekî zêde bûn. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe nearzîbûn nîşanî vê tecrîdê da û mijar ji ajansa me re nirxand.
'GAVÊN DEWLETA TIRK SAMÎMÎ NEBÛN'
Ozgokçe diyar kir, desthilatdariya AKP'ê naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk, bi taybetî bi rêya ji aliyê Ocalan ve hatiye destnîşankirin were çaerserkirin. Ozgokçe da zanîn, di pêvajoya çareseriyê de hikûmet bi berpirsyariya xwe ranebû û got, "Gaveke samîmî û ji bo çareseriyê navêt. Eger di vê pêvajoyê de samîmî bûya, wê gavên ku wijdanê Kurdan rehet bikin avêtîbûya, lê ev nebû. Halbûkî sekinandina şer, kêmbûna cenazeyên şehîdan, di nava civaka Tirkiyeyê de bi taybetî di nava Kurdan de hêviyeke mezin afirandibû. Lê gavên hatin avêtin rasteqîn nebûn, ji ber ku ji aliyekî ve qereqol dihatin çêkirin û leşker û cebilxane li ser sînor dihatin bicihkirin. Yanî ev yek dihat wateya nexwestina çareseriyê."
'REWŞA ALOZ A LI TIRKIYEYÊ GAV BI GAV ZÊDE DIBE'
Ozgokçe bibîr xist, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşek li dijî azadiya mafên mirovan e û da zanîn, li ser mafên girtiyan mewzûatek heye û li gorî hin pîvanan malbat an jî parêzer dikarin hevdîtinê bikin.
Ozgokçe di dewama axaftina xwe de got, "Dema bi tenê weke mirovekî bê dîtin jî, mafê xwe heye bi rêya telefonê bi malbata xwe re baxive. Li ser tenduristiya Birêz Ocalan fikarên me yên cidî hene. CPT wextekê çû giravê, lê destûr nayê dayîn ku ew jî encamên vê serdanê eşkere bike. Xuya ye li gorî peyman û lihevkirinekê çûye, ku li gorî vê lihevkirinê tiştek eşkere nekir. Lê ev rewş ji bo Tirkiyeyê gelekî grian dibe. Alozî gav bi gav zêde dibe. Çi dibe bila bibe, bi dehan derfet hene ji bo çûyîna girava Îmraliyê. Ji aliyê hiqûqî ve jî divê ev were kirin. Lê dewleta Tirk ji aliyê hiqûqî ve sûc dike."
'KURD WÊ DI ÇARÇOVEYA FELSEFEYA AŞTIYÊ YA OCALAN DE LI QADAN BIN'
Ozgokçe destnîşan kir, ku jinên Kurd wê ji bo Ocalan her li pêş bin, berdêla xwe çi dibe bila bibe wê di çarçoveya felsefeya Ocalan de, ku aştiyê diparêze li qadan bin. Ozgokçe anî ziman, tevî gelê Kurd divê gelek derdor di vî warî de bikevin nava hewldanan û got, yên li Tirkiyeyê naxwazin kaosê bibînin, divê êdî gavekê bavêjin. Ozgokçe ji bo qedandina vê rewşa aloz û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk, divê tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin.