Dewleta Tirk ji wargehên AFAD’ê çeteyan dişîne Cerablûsê!
Di çarçoveya operasyona dagirkeriyê ya bi ser Cerablûsê de, ji wargehên AFAD’ê çete tên peydakirin. Bi rêya şebekeyên bi destê MÎT'ê hatine avakirin, çete bi pereyan tên peydakirin.
Di çarçoveya operasyona dagirkeriyê ya bi ser Cerablûsê de, ji wargehên AFAD’ê çete tên peydakirin. Bi rêya şebekeyên bi destê MÎT'ê hatine avakirin, çete bi pereyan tên peydakirin.
Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi pêşengtiya YPG’ê Minbic hate hate azadkirin û berê xwe da Bab û Cerablûsê û dewleta Tirk bi çeteyan re li hev kir, operasyona dagirkeriyê bi rê ve bir, lîstikên qirêj yên ku dewleta Tirk dilîze bi dawî nabin. Vê carê jî di ser wan kesan re ku bi destê MÎT’ê bûne ajan, ji wargehên penaberan ên li Tirkiyê di ber pereyan de, çeteyan dabîn dikin, ji Qerqemişa Dîlokê çeteyan dişînin Cerablûsê. Di nav çavçoweya dagirkeriyê de ku ji hêla dewleta Tirk ve dest pê kir û kete roja 7. ji wargehên AFAD’ê yên li Hatay, Dîlok, Rihayê û navçeyên wê, penaberan di ber pereyan de dişînin Cerablûsê.
‘JI WARGEHA PIRSÛSÊ YA AFADÊ 20 ÇETE ŞANDIN CERABLÛSÊ’
Ji wargeha AFAD’ê ya li Pirsûs a Rihayê ku di nav sînorên taxa Alîgorê de ye û nêzî 30 hezar kes lê dimîne, bi destê hin kesên ku sibehî û êvarî di destê wan de çenteyên tije dolar, çete têne dabînkirin. Bi destê MÎT’ê, kesên ku ji kontrola polîsan derbas dibin, li wargehê ji bo çeteyan endaman peyda dikin û li vir pereyan didine wan, di ser Qerqemişê re di nav 4-5 rojên dawî de nêzî 20 çete derbasî Cerablûsê hatine kirin. Penaberekî ku li wargehê dimîne û nexwest navê xwe bide, ji bo çeteyên ku di ber pereyan re şandina Cerablûsê, pereyan didine malbatên wan û hewl tê dayin zarokên ku dikarin çekê bi kar bînin jî derbasî Cerablûsê bikin.
‘KESÊN BI NAVÊ IBRAHÎM Û YASIR ALÎ MAHMÛT DABÎN DIKIN’
Niştecihê wargehê ku têkildarî dabînkirina çeteyan bi berfirehî agahî dayî, dibêje, kesê ku sibehî û êvaran tê, bi nobedarê wargehê re jî hev dibîne. Niştecihê wargehê diyar dike, kesekî bi navê Ibrahîm ku li wargehê dijî, di heman demê de nobedariyê jî dike, ji her du lingên xwe ve kulek e û ev kes ji bo çeteyan endaman peyda dike. Çeteyên ku ji wargehê têne derxistin dişînin Cerablûsê.
Heman kesî got, kesekî bi navê Yasir Alî Mahmût jî ji bo çeteyan endaman peyda dike û ev kes di heman demê de li wargehê telefonan jî difiroşe. Niştecihê wargehê diyar kir, ew kesê ku di nav wê şebekeyê de ye ku ji wargeha Pirsûsê ji bo çeteyan di ber pereyan de endaman peyda dike Yasîr Alî Mahmût bi xwe ye, kesekî bi navê Mustafa jî şandiye Cerablûsê û diyar kir Mustafa jî telefonên bi nimroya 054643…054659 bi kar tîne
‘POŞAMANIM NIKARIM VEGERIM’
Mustafayê ku di ber pereyan de çûye Cerablûsê bi telefonê agahî daye, gotiye ew poşman e lê nikare vegere, ti rêyeke vegerê nîn e.
Mustafa yê ku ji bo bi pereyan çûye, vegera wî ne pêkan e, zarokên we jî radestî xizmên xwe kirine.
Tê gotin şebeke hê jî bi awayekî aktîf ji bo çeteyan endaman peyda dike.