Nasnameyên 2 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên ku li Colemêrg û Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane ragihand.

Di daxuyaniya HPG’ê de hate diyarkirin ku Mûnzûr Zîlan (Esat Avci) di 5’ê Gulanê de li Colemêrgê, Sorxîn Jiyan (Leyla Kaya) jî 20’ê Tebaxê li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî jiyana gerîlayan ev nirxandin kirin:

“Di demên zor û zehmet ên tevgera PKK’ê de ya ku her tim pêşî li pêşketinek serkeftî vekirî ye, sekna fedakariya mezin a Şehîdên me bûye.  Lewre jî, şehîdên me di şerê bi biryar, berxwedana ku xwe gihandiye taktîkên dewlemend, pêşxistina pêngavên ku dagirkeran felc dike de bûne afirîner û rê li ber me xistine.

Hevalên Mûnzûr Zîlan (Esat Avci) yê ji Wanê û Sorxwîn Jiyan (Leyla Kaya) ya ji Mûşê tevlî Tevgera me ya Azadiyê bûye, ji derdoreke ku welatparêziyê ew bi têgihiştina Kurdistana azad mezin kirine, bi ruhê berxwedanê bi form kirine hatine. Hevalên me yên ji kevneşopiyek wisa saxlem û bi biryar hatine, ji dema tevlî refên Gerîla bûne  û şûn de bûne xwedî seknek têkoşîna xurt. Hevalê Mûnzûr ê sembola kamilbûnê, kedkariyê ye, bi van taybetmendiyên xwe yên bijartî  ve li her cure sehayên wezîfeyê bûye xwedî meşek serkeftî, bûye ew milîtan ku hevrêyên wî bi rêzdariyek mezin lêgeriyane. Em hevalên Mûnzûr û Sorxîn ên bi perwerdeyên jiyana nû û azad ên Rêber Apo xwe pêş xistine bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, careke din dubare dikin ku ev wezîfeyên dîrokî yên dewrî me kirine em ê di meşa serkeftinê de bidomînin.”

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Mûnzûr Zîlan

Nav û Paşnav: Esat Avci

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik û Bav: Nezahat - Mehmet

Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Gulana 2016 / Colemêrg

 

Nasnav: Sorxwîn Jiyan

Nav û Paşnav: Leyla Kaya

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik û Bav: Halîde - Fesîh

Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Tebaxa 2016 / Bedlîs”

...