Li herêma Şehbayê gundekî din hat rizgarkirin
Şervanên Ceyş El-Siwar, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Tûgaya El-Şemal El-Demokratî, gundê Herbelê jî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên Ceyş El-Siwar, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Tûgaya El-Şemal El-Demokratî, gundê Herbelê jî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Piştî şerên dijwar ên di navbera Şervanên Ceyş El-Siwar, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Tûgaya El-Şemal El-Demokratî û çeteyên DAIŞ’ê de li derdora gundê Herbel ê girêdayî herêmên Şehbayê de ku ji şevê din ve didome, şervanan gundê Herbel ê 4 km li bakurrojavayê bajaroka Ihresê dikeve, ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê beriya du rojan, êrîşî nuqteyên Şervanên Ceyş El-Siwar ên li herêmên Şehbayê kirin. Şervanan bersiv dan êrîşan û şer derket. Şerê ku derket li gundên derdora Ihres berfireh bûn. Şervanên Ceyş El-Siwar duh bi desteka şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê û Tûgaya El-Şemal El-Demokratî gundên Um El-Hoş û Um El-Qura ji çeteyan rizgar kiribûn.
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî sivîlên li wan gundan kiribûn û gule li wan barandibûn. Di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek jî birîndar bûn. Kesên birîndar xwe gihandin şervanên Ceyş El-Siwar, şervanan jî ji bo dermankirinê ew birin nexweşxaneya Efrînê.