Dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablusê, li Girkê Legê hate protestokirin

Li bajarê Girkê Legê yê Rojava, bi meşekê ve dagirkirina Cerablusê û qetilkirina sivîlan a ku çeteyên dewleta Tirk li vir pêk tînin, hate protestokirin.

Bi dirûşmeya “ Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê ya axa Rojava re” şêniyên herêma Girkê Legê daketin daqan û dagirkeriya artêşa Tirk her wiha kiryarên wê yên li dijî sivîlan,  şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Girkê Legê, bajarokên Rimêlan, Çil Axa , Til Koçer û gundên Aliya bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê a li herêmên Bakurê Sûriyeyê re û komkujiyên ku artêşa Tirk bi serê sivîlan dike,  xwepêşandaneke girseyî li dar xistin. Xwepêşandan ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Girkê Legê ve hat orgenîzekirin.

Di xwepêşandanê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, Meclîsa Damezrêner a Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê, Endamên Kongreya Star û nûnerên Partiyên Siyasî û Saziyên Civaka Sivîl jî beşdar bûn.

Xwepêşandanê ji qada Şehîd Xebat bajarê Girkê Legê ve destpê kir û  di kolanên sereke yên bajêr re derbas bû. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Kurdî hildan. Her wiha pankartên ku li ser hatibûn nivîsandin “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê ya axa Rojava re. Em piştgirî û alîkariya berxwedana şêniyên me yên Cerablusê dikin. Na ji bêdengiya navneteweyî  ya li hember terora Tirkiyeyê re. Em komkujiyên faşîzma Tirkiyeyê der heqê sivîlên Cerablusê de şermezar dikin” vekirin.

Paşê beşdarên xwepêşandanê li  navenda bajêr kom bûn. Li wir  deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endama Rêveber a Kongreya Star Şehnaz Ebdo axivî û dagirkirina Tirkiyeyê a li bajarê Cerablusê,  her wiha komkujiyên artêşa Tirk û komên çete yên bi serê sivîlan dikin, şermezar kir.

Ebdo wiha domand:”Ji ber ku Şoreşa me Şoreşa Mirovahiyê ye, ez ji van kesên xayîn re dibêjim ku hemû pîlan û komployên we li hember serkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk têk çûne.”

Endamê Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Demezrêner a Federaliya Rojava – Bakurê Sûriyeyê Akif Şerîf jî axivî û wiha got:”Em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin, her wiha êrîşên dewleta Tirk û komên çete yên li dijî şêniyên me yên Cerablusê jî, protesto dikin.

Şerîf di axaftina xwe de destnîşan kir ku ku kiryarên dewleta Tirk û çetayên girêdayî wê di serî de projeya Federaliya Rojava –Bakurê Sûriyeyê hedef  digire. Şerîf bang li tevahiya pêkhateyan kir ku li dora projeya Federaliyê, destên xwe bidin hev û tevahiya êrîş û komployan bişkînin û vala derxînin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi dawî bû.