5 leşker hatin kuştin, helîkopterekê derb xwar
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de qasî ku hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin, helîkopterek Skorsky derb xwar.
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de qasî ku hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin, helîkopterek Skorsky derb xwar.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev hatin parvekirin;
COLEMÊRG
“28’ê Tebaxê hêzên me li dijî nîzamiyeya Çemê Kurkê ya girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê çalakî li dar xistin. Li vi 2 çawîşên pispor ên bi giranî birîndarbûyî piştre mirine. Her wiha me dabû xuyakirin ku li vir gerîlayekî me dîl hatibû girtin; navê gerîlayê me yê esîr hatiye girtin Avaşîn Gabar (Saîme Avşîn) e.
30’ê Tebaxê saet 18.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku xwe li girê Xêro yê li qada Şemzînan a Colemêrgê bi cih kirine çalakiyên sûîqestê li dar xistin û li vir 3 leşker kuştin.
29’ê Tebaxê saet 10.00’an hêzên me bi çekên giran li helîkoptera Skorsky dane ku hewl dida li girê Ronahî ya li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê leşker deyne û ew derb kirin. Artêşa Tirk ji destpêka operasyonê heta niha qada Mêrgê û qûntarên girê Ronahî bi obus û hewanan bombe dike, 29’ê Tebaxê saet 18.30-19.00’an balafirên şer qûntarên girê Ronahî bombe kirine. Operasyona li qadê hê jî dewam dike.
29’ê Tebaxê saet 12.30-13.00’an hêzên me bi çekên giran li leşkerên artêşa TC ên ku xwe li derdora girê Şehîd Gafûr ê li qada Oremarê bi cih kiribûn dan. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.
WAN
28’ê Tebaxê saet 20.00’an hêzên me tevî ku bi çendan caran şexsê bi navê Hadî Aslan ê li gundê Akînîs ê li herêma Şerefxan a girêdayî navçeya Elbak a Wanê dimîne û bi AKP’ê re dixebite hişyar kirine jî, ev xebatên xwe domandiye. Li ser vê jî hêzên me careke din dengê xwe li vî şexsî kirine û wesayîta wî îmha kirine.
29’ê Tebaxê saet 23.50’an hêzên me yên YJA Starê li dijî stasyona bazê ya Turkcellê ya ku li gundê Dêr ê girêdayî Elbakê ye çalakiya sabotajê li dar xistine û ev stasyon îmha kirine.
ŞIRNEX
29’Ê Tebaxê hêzên me li qada Deriyê Sêvo ya girêdayî Şirnexê mudaxeleyî karkerên ku ji bo artêşa TC rê çêdikirin kirin, li vir kepçeyek şewitandin û 3 karker binçav kirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC li qadê dest bi operasyonekê kiriye û ev operasyona heman rojê bêencam vekişandiye.
SÊRT
30’ê Tebaxê saet 07.00’an hêzên me li dijî 4 tunelên ku li ser rêya Îpekê di navbera bajarê Bedlîs û navçeya Xana Hewêl de ye, çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev rê hê jî di bin venêrîna hêzên me de ye.
GARÊ HATE BOMBERDÛMANKIRIN
29’ê Tebaxê saet 12.30-14.30’an balafirên artêşa TC ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê gundên Siyanê û Gundê Ramo yên girêdayî qada Garê û qada Navîn bombe kirine. Di encama bomberdûmanê de li qadê şewatê xwe daye der.”