Li Çelê operasyon û şer

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî operasyon û şerên heyî yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de ragihand ku li gelek deveran bomberdûman didome û şer jî berdewam dikin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

Li tevahî girê Şehîd Colemêrg û mintiqayên derdor û giştî qada Geliyê Zap ên li herêma Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê, artêşa Tirk ji vê sibehê saet 08.00’an ve dest bi bomberdûmanek dijwar kiriye.

Di vê çarçoveyê de;

30’ê Tebaxê saet 08.00’an dema pêgerek hewayî ya bêmirov a bi tîpa Drone li ser qada Şehîd Mazlûm a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê digeriya, ji hêla hêzên me ve bi çekên ferdî hatiye xistin. Ev pêgera keşfê ya Drone niha di dest hêzên me de ye.

30’ê Tebaxê saet 19.30’an balafirên şer girê Şehîd Colemêrg  û mintiqayên derdor ên li qada Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bomberdûman kirine. Piştî bomberdûmanê helîkopterên bi tîpa Kobra jî li vê qadê dane û artêşa TC li vir dest bi operasyonê kiriye. Cih bi cih mabeyna leşkerên artêşa TC û gerîlayên me de şer rû didin. Saet ji 20.00’an heta niha jî qereqolên derdor qad dane ber obus û hewanan. Her ku têkîldarî operasyonê agahî gihiştin ber destên me wê bi raya giştî re jî bêne parvekirin.

31’ê Tebaxê (îro) danê nîvro, balafirên şer girên Garêya Biçûk û Şehîd Dilşad ên li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bombe kirine.“