Cenazeyê Şervanê YPG’ê Şoreş li Efrîn hat veşartin
Cenazeyê têkoşer Şoreş Efrînê bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîma têkoşer Şoreş Efrîn de dagirkeriya Tirkiyê hate şermezarkirin.
Cenazeyê têkoşer Şoreş Efrînê bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîma têkoşer Şoreş Efrîn de dagirkeriya Tirkiyê hate şermezarkirin.
Bi sedan ji şêniyên Kantona Efrînê xwedî li cenazeya têkoşer Şoreş Efrîn derketin û ew ji nexweşxaneya Avrîn rakirin û berbi goristana Şehîd Refîq a gundê Metîna ya girêdayî navçeya Şera birin.
Şervanên YPJ/YPG`ê ji bo hevalên xwe merasîmeke leşkerî lidarxistin. Li pêşiya merasîmê endamê Meclisa Leşkerî yê Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê Sîdar Efrîn axivî.
Efrîn di despêka gotinên xwe de got ku berxwedaniya YPG`ê li hemberî neyarên mirovahiyê her roj zêde dibe û şervanên me ji parastina gel û xaka xwe xwe feda dikin.
Êrîşên dewleta Tirkiyê ji aliyê Efrîn ve hate nirxandin û got “Dewleta Tirk û çeteyên wê Cerablus dagirkirin, bombebaran kirin li du gundên Cerablusê li ser sivîlan komkujî pêkanîn û di encama wê de bi dehan kesan di nava wan de jin û zarok jiyana xwe ji dest dan. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê û yên koalisyonê nuqteyên şervanên Ceyîş El-Siwar kirin ên herêma Şehba kirin. Ceyîş El-Siwar bersiv da van êrîşan û ew çete têkbirin. Em sozdidin gelê ku riya şehîd û cangoriyên xwe bişopînin û gelê xwe ji zulmê rizgarbikin.”
Têkoşer Yûsif Mihemed (Şoreş Efrîn) ê 27`ê tebaxê li herêma Şehba şehîd bibû spartin axê.