Muslîm got ji ber polîtîkayên dijberiya Kurdan, Tirkiye ji tevahî cîhanê hatiye îzolekirin û bi terorîzmê tê bibîranîn, her wiha rola ku Barzanî jî ketiyê rexne kir.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salîh Muslîm têkîldarî polîtîkayên dewleta Tirk a Sûriyeyê, dagirkirina Cerablûsê, helwestên hêzên navneteweyî û agirbesta ku pêk hatî pirsên ANF’ê bersivandin.
DAGIRKIRINA CERABLÛSÊ Û AGIRBEST
24’ê Tebaxê dema êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Cerablûsê dewam dikirin, di carekê de agirbestek hate ragihandin. Çawa ev rewş pêk hat?
Bi salan e her ku êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava dihatin şikandin, dewleta Tirk êrîşên li dijî Kurdan zêde kirin. Herî dawî jî piştî Minbic hate azadkirin, gotin, “Ev dikevin Cerablûsê”, di nav panîkek mezin de bi fikra “Beriya ew bên em biçin” dest bi hemleya dagirkirinê kirin. Eşkere ye ku gotin “Tiştê DAÎŞ’ê nikarîbû bikira em pêk bînin” û ketin nav hewldanek bi vî rengî. Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Cerablûsê ji bo pêşîvekirina DAÎŞ û dûvikên wê ne. Rewşa agirbestê jî ji ber hin navbeynkar ketin dewrê û bi Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê re biryarek wisa dane pêk hat.
Agirbest ji ber kîjan lihevkirinan pêk hat?
Tiştekî nû ye, wisa têkîldarî detayên wê zêde agahiyên me yên zelal nîne. Lê, tiştê heyî ji agirbestê wirdetir, rawestandina rewşa şerî ye.
Ma ev ne ew agirbest e ku em pê dizanin?
Na, tenê şer hatine rawestandin. Wê di demên pêş de çi bibe, ji ber plansaziya wê rewşek bi qismî sekinandina şer e.
Baş e, Tirkiye dixwaze li Sûriyê çi bike?
Stratejiya sereke ya Tirkiyê li ser înkara Kurdan ava bûye. Ji bo vê jî, ji berê ve plananên xwe girêdidin. Ev tenê ne ji bo Rojava wiha ye, ji bo parçeyên din jî wiha ye. Hemû derdê wan e ku Kurd nebin xwedan heq. Mînak sedema ku çû ber lingê Rûsya, Îranê û Beşerê ku bi hev re xwînî bûn, ji bo Kurdan bû. Lê ev polîtîka ne di berjwendiya Tirkan û ne jî di berjewendiya Kurdan de ye. Ev qas mirov mirin, jîgehên wan kavil bûn. Dest dane DAIŞ’ê. Çi bi ser xistin? Ti tiş. Îro Tirkiye li hemû dinyayê bi terorê tê tawanbarkirin.
Beriya niha gelek caran em bi Tirkiyê re rûniştin. Kurd bi wan gelan re ku bi hev re dijîn, diwazin siberojeke hevpar ava bikin. Em tenê heqên xwe yên demokratîk dixwazin. Îro li Rojava em sînorekî berfireh ê Tirkiyê kontrol dikin. Heya niha guleyek bi ser wan de çûye, sînyala talokeyê heye? Na. Lê li gel van jî tim bi ya xwe dikin. Li hemû dinyayê hatine îzolekirin. Niha jî êrîş dibine ser Cerablûsê. Li gel ku ev hemû hatin pûçkirin jî di şaşitiya xwe de israr dikin.
‘DI ŞERTÊN BERDEST DE DYA DEST NADE TIRKIYÊ’
Serokkomarê Tirk Erdogan PYD û DAIŞ’ê dixe heman mêzînê. Duh digot em ê qira PYD’ê anîn. Îro jî agirbest hate ragihandin….
Siyaseta Erdogan rojane ye. A pêşî ti têkiliya PYD’ê bi Tirkiyê re nîn e. PYD rêxistineke Rojava ye, girêdayî Sûriyê ye. Ti heqekî wî nîn e ku wiha bibêje. Bi Ereb, Sûryanî û gelên herêmê re sîstemek ava kirine, tu çima têkil dibî? Çi heqê te heye! Ku dema wê tê tu gotinê nayînî ser serweriya Tirkiyê. Baş e, tu bi çi heqî dev davêjî serweriya welatekî dî?.Bi çi heqî tu dest didî DAIŞ’ê? Niha jî guhartoyên DAIŞ’ê destek dikî. Îro hemû rêxistinên ku li Cerablûsê destekê dide wan komên El-Nûsra ne. Heke îro hêzên navdewletî bêdeng bin, hesabekî wan heye.
Hesabekî çawa ye?
Fikrekî wiha çêbû; wekî ev qas dike qara qar û wîjewîj, ev çend bi xwe bawer e, ‘bihêlin bila biçin’. A rast ev e. Sedema bêdengiya hêzên navdewletî ev e. Di şertên berdest de DYA destekê nade Tirkiyê. Bila bikevinê û bibînin…
Tirkiye dixwaze li herêmê herêmeke tampon ava bike?
Jixwe titşta ku dixwaze bike ev e. Lê pêk nayê. Ji ber ku di serî de DYA her kes qerfê xwe bi Tirkiyê die. Armanca Tirkiyê ya ji herêma tampon a li wê derê guheradina avaniya demografîk e. Dixwaze Kurdan ji wir bike û hin komên din li wir bi cih bike. Her kes li dij vê ye.
Bi zanebûn dixwazin Tirkiyê bikişînin?
Belê, eynî wiha ye. Dixwazin Tirkiyê jî bikişînin nav vê çiravê. Ji vê çiravê jî wê nikaribe derbikeve.
YPG bi temamî ji rojavayê Firatê vekişiye?
Beriya bi hefteyekê ji xwe gotibûn ew vekişiyane. Lê niha hêzên Sûriyeya Demokratîk li wir in. Meclîsên leşkerî yên Minbicê û Cerablûsê li wir in. YPG’ê piştî Minbicê got, ew vegeriyane ser baregehên xwe û bajar jî bi dest konseya bajêr a sivîl û leşkerî ve hiştine.
Yekkirina kantonên Kobanê û Efrînê hate taloqkirin?
Na.
Haya we ji Kurdên Helebê û rojavayê Efrînê heye?
Niha gundên bakurê Helebê ji sedî 50 Kurd in. Ehrara el- Şm li rojavayê Efrînê, li gundên ku bi ser wan de digire Kurdan dikuje. Ne bi ser gelên dî de lêb i taybetî bi ser Kurdan de wiha dike. Qirkirinê dike. Dixwazin Kurdan ji wir bikin. Ev li rojavayê Cerabûsê jî wiha ye. Dixwazin Kurdan ji wir bikin. Milîtanên ku ji Tinûsê, ji cihên din ên dinyayê tên, wê ji kû bizanibin bê ka kî li Cerablûsê dijî..Kê ew şandibin wir, ew vê peywirê didine wan. Ev rêxistin girêdayî Tirkiyê ne. Tirkiye vê mîsyonê dide wan.
‘FEDERASYONA BAKURE SÛRIYÊ TÊ ECIBANDIN’
Xebatên Federasyona Bakurê Sûriyê çawa ne?
Ji hêla projeyê ve her kes diecibîne. Lê ji ber ku nû ye, di pêkanînê de hin kêşe hene. Ji ber ku bi salan e bi hişmendiya netew-dewletê hatiye birêvebirin, hin arîşeyên kiçik peyda dibin. Çi qasî pêk tê, dema ku mirov bi çavê xwe dibînini, cihê nêzîk dibin. Bi taybetî jî li cihên ku nû azad dibin, Ereb û beşên din vê pergalê pir diecibînin. Ev pêvajoyek e. Lê qebûlkirinek heye. Niha li ser Rojava amborgoya Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê heye. Dixwazin gelê Rojava birçî bihêlin. Dema ku DAIŞ li derdorê hebû jî ev qas ambargo nebû.
‘BARZANÎ JÎ HEVKAR E’
We got Başûrê Kurdistanê ambargo daniye. Bi taybetî jî beriya operasyona Cerablûsê Barzanî hate Tirkiyê. Di raya giştî de ev bû sedema nîqaşan. Tu li ser vê çi dibêjî?
Ev ziyaret û danûstandin ne bi xêr bû. Heke ew jî bûbe hevkar rewşeke pir ne baş e. Bi vî dîmenî xwestin bibêjin ku ew jî hevkarê me ye. Lê li gor min, rewş nîşan dide ku Mesûd Barzanî jî hevkar e. Tiştekî pir xirab e ku mirov di dijminê gelê xwe re ev çend rehet tev bigere. Me hêvî dikir ku ne tiştekî wiha nebe!