Hunermendên Kurd rojnameya Azadiya Welat belav kirin
Hunermendên Kurd ên li Amedê daketin kolanan û rojnameya Azadiya Welat belav kirin.
Hunermendên Kurd ên li Amedê daketin kolanan û rojnameya Azadiya Welat belav kirin.
Bi qasî 30 hunermendên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, Konservatûara Aram Tîgran û Cegerxwîn ji bo piştgiriyê bidin rojnameya Azadiya Welat, rojname belav kirin. Hunermend li ber buroya belavkirinê hatin cem hev û rojnameyên Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasî belav kirin.
Di dema belavkirinê de rojnameyvanan dirûşma „Çapemeniya azad bêdeng nabe“ qîriyan û welatiyan jî bi çepik û tilîliyan destek dan.