Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê civîna xwe li navenda xwe ya li bajarê Dêrikê li dar xist. Di civînê de biryar hat girtin ku civîna Meclîsa Damezrîner di destpêka meha mijdar de li dar bixe. Her wiha di civînê de rewşa dawî ya herêmê hat nîqaşkirin.
Îro di saetên serê sibehê de, Desteyê encamnameya civîna ku ji ragihandinê re girtî li dar xist, eşkere kir.
Di encamnameyê de, rewşa dawî ya herêmê wiha hat nirxandin:
“Serkeftinên ku li bajarê Minbicê hatin bidestxistin û pêşwazîkirina şêniyên herêmê ji hêzên QSDꞌê re, li xweşiya sîstemên emperyalîst û komên çete, nehat. Rêjîma Baas da rê li pêşiya rizgarkirina Cerablusê, Babê û herêmên Şehbayê bigire, bi Tirkiyeyê û Îranê re hevpeymanek li dar xist. Di hevpeymanê de, van dewletan li ser êrîşa Hesekê li hev kirin. Lê dema ku xwestekên wan pêk nehatin, çeteyên DAIŞꞌê êrîşî herêma Şedadê kirin û Tirkiyeyê bajarê Cerablûsê dagir kir û komkujî pêk anîn. Dagirkirina Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve, destpêka pêkanîna xewna împeretoriya Osmanî ya nû ye.”
Li gorî encamnameyê, dagirkirina Cerablusê a ji aliyê Tirkiyeyê ve wiha hat nirxandin:
“Dagirkirina Cerablûsê siyaseta têkbirina projeya Federaliyê ye, her wiha hate destnîşankirin ku destwerdana Tirkiyeyê ya Cerablûsê binpêkirina zagonên navneteweyî ye û gefan li hemû pêkhateyên herêmê dixwe.”
Desteya rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a li rojava-Bakurê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên herêmê re ragihand ku di pêkanîna projeya Federaliyê de, bi israr in. Desteyê ji gelê Sûriyeyê xwest ku piştgiriya şervanên QSDꞌê bikin ku hemû herêm ji terorê û dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bikin.
Desteyê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember dagirkeriya Tirkiyeyê, bibe xwedî helwest û destnîşan kir ku bi vîna azad a gelê herêmê, wê projeya Federaliya demokratîk bi ser bikeve û Sûriyeya azad û demokratîk bê avakirin.
Di civînê de, xebatên ku di vê demê dihatin kirin û planên ku ji dema pêş re dihatin amadekirin, hatin nirxandin. Piştre raporên mehane yên her komîteyên her sê Kantonan (komîteyan têkîliyên diplomatîk, komîteya hevpeymana civakî, komîteya xebatên gel û komîteya ragihandinê) hatin xwendin û kar û xebatên wan hatin nîqaşkirin.
Desteyê diyar kir ku wê civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal di destpêka meha mijdarê de bê lidarxistin. Her wiha komîteyek hat avakirin ku amadekariya programeke nû ya xebatên Meclîsa Damezrîner ji bo pêvajoya dema pêş de, bike.
Di civînê de, biryar hat girtin ku li tevahî herêmên Bakurê Sûriyeyê rêzecivîn bêne lidaxistin û Sîstema Federal bê pênasekirin û reşnivîsa hevpeymana civakî bê xwendin û nîqaş li ser bêne kirin.
Di dawiya civînê de, mijara hilbijartinên giştî hat nîqaşkirin. Tê payîn, piştî ku li ser hevpeymana civakî bê erêkirin, wê hilbijartin li Bakurê Sûriyeyê destpê bikin. Her wiha biryar hat girtin ku bi komîseriya bilind a hilbijartinan a Kantona Cizîrê re hevdîtin bê kirin ku zagona hilbijartinê bê nîqaşkirin.