'Mîna li Kobanê, wê Tirkiye li Cerablûsê jî têk biçe'

Alîkarê Hevserokên Kongra Gel Mahsûm Bagok diyar kir, dagirkirin Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve rewşeke nû derxistiye holê û got, "Eger Tirkiye hîn bêhtir zêdegaviyê bike wê gelek tiştan winda bike."

Alîkarê Hevserokên Kongra Gel Mahsûm Bagok dagirkirina Cerablûsê û encamên gengaz ên vê dagirkeriya dewleta Tirk ji ANF'ê re nirxand.

Bagok diyar kir, dagirkirin Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve rewşeke nû derxistiye holê û got, "Eger Tirkiye hîn bêhtir zêdegaviyê bike wê gelek tiştan winda bike. Çawa ku li Kobanê winda kir, wê li Cerablûsê jî têk biçe."

Bagok di despêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa berê li Rojavê Kurdistanê û got: "Dewleta Tirk sînor derbas kir. Ev dagirkeriye û ketina nava bajarokê Cerablûsê, bi xetere ye. Dema ku tevlîheviya nava Sûreyeyê destpê kir, bêguman gelê Kurd jî kete nava liv û tevger ê. Dewleta Tirk baş dizane ku Kurdên Rojava piranî welatparêz in û ji xebatên Rêber Apo û tevgera PKK bandor bûne.  Ji bo ku Kurd ji vê rewşa Sûriyeyê feyda nebînin AKP/Erdogan bi lez û bez diplomasî û îstîhbarata xwe xistine dewrê."

GUHERTINÊN DÎROKÎ PÊK TÊN

Bagok da zanîn ku plan li ser gelê Kurdê Rojavayê Kurdistanê hene û wiha domand, "Plansaziya yekem ew bû Kurd ji Rojava koçber bibin. Êdî Kurdên Rojava bi nasnameya Sûriyeya  tenê heyanî Stenbolê diçin û asteng nebûn. Wekî din xwestin bi Kurdên hevkar bandoreke çêbikin. Ev jî li gorî daxwaza wan pêk nehat. Êdî AKP şêwazên xwe guhert û plansaziyên cuda afirand. Vê carê bi çetên DAIŞ re hevkarî û tifaqên li dijî Şoreşa Rojava, dijmintiyeke tasfiyekirinê kir. Dewleta Tirk li dijî Şoreşa Rojava şer dike bi navên çeteyên DAIŞ’ê. Di encama berxwedanek dîrokî de êrîşên çetên DAIŞ'ê li bin ketin û hatin şikandin. Plansaziya AKP'ê careke din li bin ket. Guhertim, nûbûn û serketinên dîrokî çêbûn. Xweseriya Demokratîk hate îlankirin û 3'ê Kanton ava bûn. Ev pergala Neteweya Demokratîk e, Kurd û hemû pêkhateyên li Rojava dijîn di nava Xweseriya Demokratîk de cih girtin. Dema ku kantona Cizirê û Kobanê bûne yek di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de yên ku herî zêde nerihet bûn û qeharîn dîsa dewleta Tirk û hûkûmeta wê AKP û Erdogan bûn."

'DAGIRKERAN XWE LI YEKÎTIYÊ RANEGIRTIN'

Bagok axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Êdî dewleta Tirk helwesta xwe eşkere anî ziman û gelê herêmê tehdît kir. Got 'Em qebûl nakin YPG û PYD derbasî Rojavayê Firatê bibin û Kobanê û Efrînê bigihînin hev'. Gotin 'ev xeta me ya sor' e. Dema ku ji Serêkaniyê heyanî Kobanê û ji wir heyanî Efrînê çetên DAIŞ'ê cîranên wan bûn ji bo xwe xeta sor nedidîtin. Bi taybet piştî rizgarkirina Minbicê jî çetên DAIŞ', dewleta Tirk kete nava krîzeke. Êdî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bû hêviya tevahî pêkhateyên herêmê û serketina xwe berdewam dike. Êdî federasyona Bakurê Sûriyeyê di rojevê de ye. Pêngava wê ber bi Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrînê ve diçe. Ev der ji çeteyên DAIŞ bêne paqijkirin. Her sê Kantonên Rojava digihijine hevdû û di pêkhateyan ve bingeha erdnîgariya Federasyona Demokratîk ya Bakûrê Sûrî û meşrûiyeta wan hêzan ava dibe. Ev model ji bo çareseriya pirsgirêkan û Sûriyeya Demokratîk dafirîne. Di  heman demê de ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî wê bibe modela çareseriyê.  Dagirkirina Tirkiyê ya Cerablûsê ji ber van sedeman pêk hatiye, bi cewher ev e; Da ku Kurd li Rojava Statûya wan çênebe û destketiyên wan ji dest biçin û li Rojava Xweseriya Demokratîk tasfiye bikin. Ev dagirkerî li ser Cerablûsê pêkanîn dixwazin sînorê Cerablûsê derbas kirine. Ji Cerablûsê heyanî Efrîn û ber bi bajarê Helebê xeteke tampon çê bikin. Ketina Tirk a Cerablûsê pir eşkere ye ku bi DAIŞ’ê re li hevkirin û bê ku yek gule biteqe bê ku şerek rû bide pêk hatiye. Çawa AKP û DAIŞ yek in û bi hev re ne, eşkere bû. Êdî ferqa zihniyet û kiryarên AKP'ê û DAIŞ nema ye."

'RÛSYA, ÎRAN Û TIRKIYE KAOSÊ KÛRTIR DIKIN'

Bagok bal kişand ser têkiliyên Rûsya , Îran û Tirkiyê û got, "Di demên dawî de di têkiliyên Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêşketin çêbûn. Ev têkilî bi piranî diyar kir ku Sûriye û Rojava de çêdibin. Rojava ji bo Kurdistanê girîng e, Sûriyê ji bo Rojhilata Navîn girîng e. Bêguman Rojhilata Navîn di asta navneteweyî de girîngiya xwe heye. Tirkiye û Îran di mijara Kurdan de dixwazin encam bigrin. Rûsya ji bo li Sûrî û Rojhilata Navîn xwedî par û bandor be ket nava tekiliya bi nakok. Wekî din di mijara Sûriyê û Rojava de cûdahiyên wan hebin jî Rûsya û Amerîka li hevkirinên wan jî hene. Bandora van li ser dewletên herêmê jî hene. Tenê di rewşa şerê cîhanê ya 3. de û di nav Krîz û kaosa Rojhilata Navîn de her hêz dixwazin dilê xwe de encaman bigrin. Ji ber wê diplomasî pir e, hevdîtin û hinek tifaq çêdibin. Cardin di rewşa kaosê de ev deng cardin têne guhertin. Dibe ku ev niha li gel hev in, lê sibê bibin dijberên hev. Ên ku îro dijberên hev in, dibe ku sibe tifaqên wan çêbibin. Kîjan hêz dibin, bila bibin ên ku rewşa objektîf tehlîl bikin û gavên gûncaw bavêjin dikarin encam bigrin. Wê kesek an jî hêzek bi rehetî li Rojhilata Navîn nikaribe encamên çareseriyê bîne û avake û mîsoger bike. Bi kurtasî em dibêjin êdî li Rojhilata Navîn rê nade Netewe-Dewletê. Ji ber ku dema wan tijî bûye û derbas bûye. Guhertinên nû yên demokratîk pêwîstin. Di paradigma Rêber Apo de çerserî gelekî ronake.” 

Bagok di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tewazîna ku li Rojhilata Navîn heye û rêveçûna Tirkiyeyê nirxand. Bagok got: "Ev mijarek pir girîng e û di rojevê de ye. Êdî pêwîste cardin di aliyê zihniyet û bingehîn de rewşa Tirkiyeyê bê şirovekirin. Zagonên xwe li ser înkar û îmha dijberiya Kurdan çêkiriye. Ji ber ku heqîqeta Kurdan înkar dike. Bi înkarkirinê heqîqet winda nabe. Ji ber van polîtîkayên nexweşiyek ji ya penceşêrê girantir dijî. Hertim wezîr zanyar û rayedarên Tirkiyê xwe di zihniyetek pir li gora xwe muxatabek ên çarseriyê nema ye. Ya ku dewleta Tirkiye aniye vê rewşa lewaz nexweşiya wan a dijberiya li Kurdan e. Ger ku dermanê nexweşiya xwe di qebûlkirin û çareseriya Kurdan de nebînin wê ev nexweşî wan hilwaşine û wêran bike. Tirkiye êrîşê Rojava û Bakûrê Sûriyê bike û vaye dagir dike, wiha dimeşe. Wê sibê di nav heriyê de bigevize. Û roja din jî di nav heriyê de asê bimîne. Ev çûyîn ne ya xêrê ye. Ne ya çareseriyê ye û ne jî ya ewlekariyê ye. Çûyîna ber bi navedan kaosa Rojhilata Navîn e."

...