Koordînasyona YPS’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Li Wanê, di 29’ê Tebaxê de di saet 01:00’ê şevê li Taxa Suphan a navçeya Îpekyolûyê çeteyên operasyonek lidar xistine. Di navbera yekîneyên me û çeteyên Qeserê de şer derketiye, di şerê li vir de 2 hevriyên me şehîd ketine.
JI 3 ALIYAN VE LI ÇETEYÊN QESRÊ HATIN XISTIN
29’ê Tebaxê li taxên Xaçort û Karşiyaka ya navçeya Îpekyolû di navbera yekîneyên me û POH’ên ku di saet 21:30’an de bi alîkariya desteka keşif û êrîşên hewayî operasyonek dabûn destpêkirin de şer di saet 22:00’an de derket.Yekîneyên me ji 3 aliyan de bi çekên ferdî û navîn çalakî lidar xistin, di çalakiyê de wesayîteke ya bi tîpa Ejder û Kobra hatin derbkirin. Operasyoan di 30’ê Tebaxê de di saet 01:00’an de bi neçarî paşve kişiya.
KAMYONA KU EZRAQ JI BO QEREQOL DIKIŞAND HATE ŞEWITANDIN
Di 29’ê Tebaxê de di saet 18:45’an de li Colemêrg li ser rêya Gever-Wergenima yekîneyên me yên YPS/YPS-JIN’ê çalakiya rê kontrol kirinê pêk anîn. Kamyona ku ji bo qereqola Wergenima ezraq dibir piştî ku ajokarê wê hate dûrxistin kamyon hate şewitandin.”