Çeteyên DAIŞ’ê li Um-Hoşê sivîl qetil kirin
Çeteyên DAIŞ’ê li Um-Hoşê 3 sivîl qetil kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê li Um-Hoşê 3 sivîl qetil kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku êrîşên wan ên bi ser herêma Şehbayê bi destê Ceyş El- Siwar hatin şikandin êrîş birin ser sivîlan.
Çeteyên ku li gundê Um- Hoş êrîş birin ser sivîlan 3 kes kuştin, 7 kes jî birîndar kirin. Ji kesên ku birîndar bûyin 3 jê zarok û yek jê jin e.
Ji sivîlên ku hatine qetilkirin yek jê ajokarê kamyonê Mihemed El-Zên ê Helebî ye, kesên birîndar jî navên wan wiha ne: Feysel Şêxo û Fatma Mihemed û zarokên wan Nîdal Xelef (4), Cemal Xelef (3), Yûsiv Xelef (1)’’
Birîndar ji hêla ekîbên tenduristiyê yên girêdayî hêzên Ceyş El-Siwar ve têne tedawîkirin.