Cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ li Qamişloyê hatin veşartin
Cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJꞌê li goristanan Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo, hatin veşartin.
Cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJꞌê li goristanan Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo, hatin veşartin.
Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên YPG/YPJꞌê Sozdar Qamişlo(Mehmûd Mihemed), Diyar Qamişlo(Yasir Hemîd) yên ku di operesyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, her wiha cenazeyên 10 şervanên din ên ku li cihên cuda di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan, li goristana şehîd Delîl Sarûxan, spartin axê.
Şêniyên bajêr cenazeyên têkoşeran ji Mala Gel a taxa Enteriyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîd Delîl Sarûxan ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de, serokê Meclîsa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, cîgirê wî Hisên Ezam, Hevserokê Desteya têkîliyên derve Ebdulkerîm Umer, seroka Desteya Jinê Emîne Umer, Hevseroka Desteya Darayî Remziye Mihemed, her wiha nûnerên TEV-DEMꞌê, Kongra Star, saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî, amade bûn.
Dema karwan gihişt goristanê, şervanên YPG/YPJꞌê cenazeyên hevalên xwe hilgirtin ser milên xwe. Dema cenazeyên wan li ser dika goristanê hatin rêzkirin, dayîk li dora wan kom bûn, tîlîlî avêtin û dirûmeyên şehîd namirin qîriyan.
ꞌJI BO AZADIYÊ CANÊ XWE FEDA KIRINEꞌ
Li dû merasîma leşkerî, deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê bajarê Qamişlo Elî Umer axivî, sebir û hedar ji malbatên şehîdan re xwest û wiha axivî: “Van têkoşeran ji bo azadiya tevahî gelên Rojava, canê xwe feda kirine.”
Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan jî ev tişt anî ziman: “Em bejna xwe li hember şehîdên ku ji bo avakirina Federaliya Demokratîk ruhê xwe dane, ditewînin. Van şervanan jiyana xwe feda kirine, da jiyaneke bi ewle li Rojava û tevahî Sûriyeyê, ava bikin.”
ꞌTEROREKE NAVNETEWEYÎ ÊRÎŞÎ BAKURÊ SÛRIYEYÊ DIKEꞌ
Sarûxan da zanîn ku rewşa ku herêm tê re derbas dibe rewşeke zehmete û wiha domand:” Di vê demê de, teroreke navneteweyî êrîşî bakurê Sûriyeyê dike. Destpêkê çeteyên DAIŞꞌê û Cebhet El-Nusra bû, îro jî veguherîn komên Ceyş El-Fertih, Nûreddîn Zenkî, Sultan Murad û çeteyên din ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne destekirin. Ev komên çete êrîşî Efrîn û taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin.”
ꞌDAGIRKIRINA CERABLUSÊ BINPÊKIRINA RÛMETA GELÊ SÛRIYEYÊ YEꞌ
Sarûxan anî ziman ku dagirkirina Cerablusê ji aliyê Tirkiyeyê ve binpêkirina rûmeta gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe (kurd, ereb, Tirkmen, şîşan, şerkes, suryan û Ermen) e. her wiha destnîşan kir ku komkujiyên li Cerablusê bi serê sivîlan tê kirin, dide xuyakirin ku terora artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ji terora çeteyên DAIŞꞌê ne cuda ye.
ꞌDIVÊ EM BI YEK RUHÎ BERSIVA TERORÊ BIDINꞌ
Fermandarar YPJꞌê Evîndar Deniz jî axivî û banga yekîtî û hevgirtinê li hember terora DAIŞꞌê kir û ev tişt anî ziman:” Em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin, divê em bi yek ruhî beriva terora DAIŞꞌê bidin, Sûriyeyê rizgar bikin. Divê em piştgiriya hev bikin da em hêviyên şehîdên xwe pêk bînin û Federaliya demokratîk ava bikin.”
Piştî axaftinan, nasnameyên şervanan hatin eşkerekirin.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJꞌê li goristanê şehîd Delîl Sarûxan di nav tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên “şehîd namirin” de hatin oxirkirin.