'Heta ku herêm ji qirêjiya çeteyan paqij bibe, wê têkoşîna me bidome'
Fermandariya Giştî ya Ceyş El Siwar: Têkoşîna hêzên me, heta ku herêm û xaka Sûriyeyê ji qirêjiya çeteyan paqij bibe, wê dewam bike.
Fermandariya Giştî ya Ceyş El Siwar: Têkoşîna hêzên me, heta ku herêm û xaka Sûriyeyê ji qirêjiya çeteyan paqij bibe, wê dewam bike.
Fermandariya Giştî ya Ceyş El Siwar, li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî bajarokê Ehrezê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî li gundê Um Hoş hat dayîn û Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Mehmûd Sûltan (Ebû Arec) daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Saet 12.30’an nîvro roja sêşemê 30/8/2016’an rêxistina terorîst DAIŞ'ê hewl da ku bikeve nuqteyên hêzên me yên li Ihrisê. Hêzên me jî ji bo ku her şêwe êrîşê pûç bikin, amade bûn.
Ji ber vê yekê me li cihê ku ew lê ne gundê Um Hoş û Um El-Qura êrîşî wan kir û ev gund ji wan rizgar kirin."
Ebû Arec diyar kir, ku hêzên wan ji bo çeteyan ji herêmê dûr bixin dane ser pişta wan û heta herêmê û temamiya xaka Sûriyeyê ji qirêjiya çeteyan paqij bikin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.