Gerîlayê HPG’ê Hasdemîr li Dersîmê hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Çagdaş Hasdemîr, li Dersîmê li rex ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm û Delîl Dogan ku xalanê Hasdemîr in, hate definkirin.

Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Çagdaş Hasdemîr (Delîl Dersîmî) ê 21’ê Tebaxê di şerê Ordûyê de jiyana xwe ji dest da, piştî karûbarên li Saziya Tiba Edlî ya Trabzonê anîn warê wî Dersîmê. Cenazeyê Hasdemîr ji Mala Cemê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hate wergirtin, bi merasîmekê ve li cem ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê û xalanê wî Mazlûm û Delîl Dogan hate definkirin.

Di merasîmê de Parlamenterê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu, rêveberên MEYA-DER, HDP, DBP’ê, her wiha bi sedan kes amade bûn. Ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.

Wekîlê HDP’î Alîcan Onlu diyar kir ku Çagdaş, ew şitil e ku ji tovên Mazlûman, Delîlan mezin bûye, diyar kir ku bê çawa ji bo tov neçilmise û şîn bibe, çawa alek li erdê nahêle hiştin, rûmet û şeref çawa radibe ser piyan nîşanî wan daye. Onlu bi bîr xist ku tovek xwe bi xwe şîn nabe, îfade kir ku wehşet û zîhniyeta Mûaviye her tişt ziwa kiriye. Onlu wiha pê de çû, “Ne tenê tov, ziman, bawerî, çand, tevahî nirxên me ziwa dike. Dixwaze ziwa bike. L ili dijî vê, li ser eksa vê hevalê me bi xwîna xwe ev tov av da. Nîşanî me da ku tenê bi xwîn, têkoşîn, bedelên giran ev tov wê şîn bibe. Hevalê Çagdaş ji bo rûmet, nasname, ziman, baweriya me têkoşiya. Tiştê dikeve ser milê me jî vî şitlî veguherandina daristanê ye. Veguherandina daristana têkoşîn, berxwedanê ye.”

Dayik Rabîa Hasdemîr jî got; “Me soz da kurê xwe, nagirîm. Kurê min neviyê Seyîd Riza ye. Şitla Mazlûman, Delîlan e.”

Piştî merasîmê, darbesta Hasdemîr li ser milan bi dirûşmeyan ve li wesayîta cenaze hate siwarkirin. Cenazeyê bi dehan wesayîtan hate wergirtin, dema ber bi gundê Goman ê girêdayî navçeya Mazgêrdê tanîn, li gundê Hilmanê ji hêla leşkerên Tirk pêşî hate girtin. Wesayîtên ku demek dirêj hatin rawestandin, piştre derbasî gund bûn.

Di têketina gunde de darbesta li ser milan bi dirûşmeyên “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “Şehîd Namirin” ve li rex ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan û Delîl Dogan hate definkirin. Dema definkirinê, axa yekemîn ji hêla xizmên Hasdemîr bi kulman hate avêtin. Piştî karûbarê veşartinê, goristan bi qurnefîlan hate xemilandin, find hatin pêxistin û dua hatin kirin.