Cenazeyên 13 şervanên azadiyê li Dêrikê hatin veşartin

Cenazeyên 13 şervanên azadiyê yên li Minbic, Şedadê û Hesekê jiyana xwe ji des dan, ji aliyê bi hezaran mirovên ji Dêrik û Girkê Legê ve, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Welatiyên bajarên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJꞌê Dîcle Amed (Rûkiye Eskîn), Leyla Rizgar (Axîn Oncel), Xelîl Ado Sirhildan (Mihemed Ado), Zagros Kobanê (Mêzer Ebas), Elî Kanîreş (Esad Karabag), Serdar Gever (Engîn Abo), Dilbirîn Dêrik (Şadî Mihemed), Derwîş Sîno (Siwad Sonmez), Piling Cêm (Mihemed Fûrkan), Şahîn Rojdî (Heqî Daraman), Cîhad Amed (Receb Talmaz), Nûman Tolhildan (Xelîl Kokîl) û şervanê Amerîkî Kîvara Rojava (Dan Carl Amans) ên di berxwedana Minbic, Şeddadê û  Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin oxirkirin.

Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran, her wiha alên Kurdî  û sembolên hemû pêkhateyên Rojava hildan û dirûşmên "Şehîd namirin" qîriyan. Her wiha soza tolhildana wan, dan.

Girseya gel li pêşiya nexweşxaneya Dêrik li hev civiya û bi karwanekî berê xwe da goristana Şehîd Xebat Dêrik. Karwan ji aliyê koçberên ku li kampa Newroz bi cih bûne ve, hatin pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPGꞌê Milîtan Efrîn axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest.

Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed jî axivî û bal kişand ser destwerdanên artêşa Tirk a li axa Rojava. Perwîn Mihemed got: "Ev yek nîşaneya kîna Tirkiyeyê li hember serketinên ku li Rojava têne bidestxistin, bi taybet piştî rizgarkirina Minbicê, ye"

Piştî axaftinan nasnameyên şervanan hatin eşkerekirin. Malbat û hevalên şervanan soza hilgirtina çekên wan û şopandina rêya wan dan.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJꞌê di nav tîlîliyên dayikan û dirûşmên "şehîd namirin" de, hatin veşartin.