Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Eyûp Akdogan (Rustem Gabar) ê di 28’ê Tebaxê de li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Dotka ya Geverê bi beşdariya sedan kesî ve hate definkirin. Cenazeyê Akdogan bi konvoyeke dehan wesayîtina di ketine gund de ji hêla welatiyan ve hat pêşwazîkirin û heta mizgefta gund darbest li ser milan birin. Di merasîmê de ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HPG, KCK û wêneyên Akdogan vekirin, jinan jî bi cilên reş tevli merasîmê bûn. Li gel welatiyên gundên derdorê, nûnerên HDP, DBP û saziyên sivî jî beşdarî merasîmê bûn û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Rêhaval Rustem nemir e” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin.
‘BI HEZERAN RUSTEM HENE’
Piştî wecîbeyên olî, darbesta Akdogan bi ala KCK’ê hat pêçandin li goristana gund di nav lorînên dayikan de hat definkirin. Di axaftinên ku piştî deqeyek rêzgirtinê pêk hat de, soza bilindkirina têkoşîna Akdogan hat dayîn. Dayika Akdogan, Zeynep Akdogan jî di merasîmê de axivî û ev tişt gotin: “Bi hezaran Rustem hene vê têkoşînê bidin berdewam kirin. Wekî min soz daye kurê xwe ez ê hêsirek jî nebarînim. Bila serê gelê kurd sax be.”
Girse piştî merasîma veşartinê derbasî mala şînê bû.