Gelê Minbicê dewleta Tirk şermezar kir
Gelê Minbicê dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên li sivîlan dike, bi meşekê şermezar kir.
Gelê Minbicê dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên li sivîlan dike, bi meşekê şermezar kir.
Dewleta Tirk a ku xaka Sûriyeyê dagir kiriye û sivîlan qetil dike, li Minbicê hat şermezarkirin. bi vê armancê, bi sedan kes meşiyan.
Girseya gel li xaçerêya Beta ya bajêr li hev civiya û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi meşê kir. Gelê Minbicê dirûşmên "Bimire Erdogan", "Bijî Demokrasî", "Minbic dibêje gelên Sûriyeyê yek e, bijî biratiya gelan" qîriya û pankartên li dijî komkujiya li gundê Dendeniyê vekir.
Di meşê de daxwaz hat kirin, ku êrîşên Tirkiyeyê bên rawestandin. Her wiha berxwedana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat silavkirin.
Meş li xaçerêya Kura El Erediyê qediya.