YPS: Li Wanê 2 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku di operasyona ku 29’ê Tebaxê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate lidarxistin de 2 wesayîtên zirxî ji aliyê yekîneyên wan ve hatin îmhakirin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku di operasyona ku 29’ê Tebaxê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate lidarxistin de 2 wesayîtên zirxî ji aliyê yekîneyên wan ve hatin îmhakirin.
YPS’ê nasmaneya 2 şervanên xwe yên ku li Wanê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Di daxuyaniya Koordînasyoan Giştî ya YPS’ê de ya têkildarî şerê li Wanê ev agahî hate parvekirin:
2 WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN ÎMHAKIRIN
Li navçeya Îpekyolû ya Wanê çeteyên Qesrê 29’ê Tebaxê operasyonak dabûn destpêkirin, yekîneyên me li dijî çeteyên Qeserê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeteyan hate xistin û wesayîtekî Kobra û yek Ejder li gel çeteyên di nav de hate îmhakirin. Têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Her wiha ji aliyê çapemeniya alîgir ve welatiyên sivîl ên ku hatin girtin weke endamên YPS’yî didin nîşandan, ev nûçe ti rastiya wan nîne û bê bingeh in.
2 ŞERVANAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di şerê li navçeya Îpekyolû yê 29-30’ê Tebaxê de 2 şervanên YPS/YPS-Jin’ê şehîd ketine.
Nasnameya şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wina ne:
Berxwedan Welat / Recep Dalmiş / Halîme - Seyfettîn / Êlih/ 29’ê Tebaxê Îpekyolû-Wan
Avyan Efrîn / Nîştîman Tota / Fîdan - Abdurrahman / 29’ê Tebaxê Îpekyolû-Wan