HPG derbên giran li artêşa Tirk dide
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên berfireh ên gerîlayan ên ku li Colemêrg, Çewlig, Bedlîs, Wan û Şirnexê li dar xistine ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên berfireh ên gerîlayan ên ku li Colemêrg, Çewlig, Bedlîs, Wan û Şirnexê li dar xistine ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
LI GEVERÊ ÇALAKÎ
31’ê Tebaxê saet 14.30-15.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku xwe li derdora girê Şehîd Gafûr ê li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih kiribûn, bi çekên giran çalakiyek li dar xistin û 2 çeperên li vir îmha kirin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
LI ÇELÊ JI 5 BASKAN ÇALAKÎ
31’ê Tebaxê saet 08.30’an hêzên me ji 5 baskan ve li dijî qereqola Êrîş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên navîn û giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
QEREQOLA ÊRÎŞ HATE HEDEFKIRIN
1’ê Îlonê saet 07.30’an dema qereqola Êrîş bi obusan qada Ertûşê bombe dikir, hêzên me jî bi çekên giran li qereqola Êrîş dan. Piştî vê lêdanê, qereqola Êrîş dest ji bomberdûmanê berdaye.
1’ê Îlonê saet 09.30’an hêzên me li wan leşkerên ku hewl dan ji qûntarên girê Şehîd Newal bikevin kelha Ertûşê dan. Li vir leşkerek hate kuştin.
SKORSKY HATE DERBKIRIN
31’ê Tebaxê saet 06.30’an artêşa TC hewl da bi helîkoptera Skorsky ve li girê Şehîd Newal leşkeran deyne. Hêzên me bi çekên giran ev helîkopter derb kirin. Helîkoptera Skorsky bêyî leşkeran deyne ji qadê vekişiya.
2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di şer de ku 31’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê qewimîn, 2 gerîlayên me şehîd ketine.
LI DIJÎ LEŞKERÊN KU LI KANÎREŞÊ DERKETIBÛN OPERASYONÊ ÇALAKÎ
Operasyona artêşa TC ya ku 28’ê Tebaxê li qada Kizilagaç a girêdayî navçeya Kanîreş a Çewligê dabû destpêkirin, bi qismî vekişiyaye, yekîneyên veşartî yên xwe li eraziyê veşartine jî ketin bin kontrola gerîlayên me. Li dijî vê yekîneya leşkerî gerîlayên me 30’ê Tebaxê saet 15.00’an çalakî li dar xistin. Di vê yekîneyê de bi zelalî 2 leşker hatin kuştin, agahî hate girtin ku hejmara mirî û birîndaran hê zêdetir e.
LI BEDLÎSÊ ÇALAKIYA BI BANDOR
Di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de, êvara 31’ê Tebaxê hêzên gerîlayên me li navenda navçeya Tetwanê ya Bedlîsê li dijî gelek nuqteyên artêşa TC ya dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de bi awayekî çalak yekîneyên berxwedanê yên YPS’ê jî cih girtine. Di encama van çalakiyan de li gelek nuqteyan heta danê sibehê jî şer dewam kiriye. Detayên têkîldarî encamê vê çalakiyê wê piştre bê ragihandin.
30’ê Tebaxê saet 07.00’an hêzên me li ser Rêya Îpekê ya mabeyna Bedlîs-Hewêl de çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya kontrolkirina rê de bi sedan wesayît hatin kontrolkirin.
POLÎS HEWL DA BIREVE HAT KUŞTIN
Wesayîteke ku hewl dan bireve ji hêla gerîlayên ve bi guleyan hate hişyarkirin, lê dîsa jî bi gulereşandinê ve hewla xwe ya revê domandiye. Polîsê ku di vê wesayîtê de birîndarbûyî piştre miriye. Dema çalakiyê de 8 TIR, 2 Tankerên Gazê û 3 wesayîtên din ên aîdî dewletê hatine şewitandin.
YÊN JI AKP’Ê RE DIXEBITÎN HATIN HIŞYARKIRIN
Gerîlayên me bi gel re civîn li dar xistin, 2 kesên ku bi AKP’ê re dixebitîn li pêşberî gel hatine hişyarkirin. Piştî saet 09.00’an tevgera pêgerên hewayî yên keşfê li ser herêmê zêde bûn, helîkopterên Kobrayê ji bo mudaxeleyê hatin, 2 helîkopterên Kobra ketober gule li eraziyê reşandine. Li ser vê gerîlayên me bersiv danê û helîkopter ji herêmê dûr ketine. Ji bo gel zerarê nebîne, çalakî piştî nîvro saet 15.00’an hatiye bidawîkirin.
SKORSKY HATE DERBKIRIN
Li heman qadê, helîkopterek Skorsky ya ku hewl da li Girê Tîro leşkeran deyne jî ji hêla hêzên me ve hatiye derbkirin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di Skorsky a derbxwarî de nehatine zelalkirin.
LI WANÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN
31’ê Tebaxê saet 18.00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên qereqola Şamanis a girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.
RÊYA COLEMÊRG- ÇELÊ HAT KONTROLKIRIN
20-29’ê Tebaxê, hêzên me rêya Colemêrg-Çelê xistine bin kontrolê. 29’ê Tebaxê piştî konvoyek leşkerî li ser rêya Piraşînê dewriye avêt, wexta berê xwe aliyê navenda Colemêrgê ji hêla hêzên me ve bi çekên giran û ferdî hate hedefkirin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.
LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ
29’ê Tebaxê saet 08.30’an dema artêşa TC mabeyna gundên Germav û Sînelkîmeydan ên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê rê kontrol dikirin, gerîlayên me li dijî leşkerên piyade çalakiya sabotajê li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin, agahî gihiştiye ku gelek leşker mirine. Piştî çalakiyê, artêşa TC mirî û birîndarên xwe avêtin wesayîtên zirxî, bi çekên giran jî ketober li eraziyê dane.
LI AMEDÊ OPERASYON
Ev du roj in artêşa Tc li qadên Kanî Koça, Miraniyê û qirika Derkûçê yên girêdayî navçeya Hezro ya Amedê kemînan datîne.”