Dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê û Başîkayê wê li başûrê Kurdistanê bê protestokirin

Bernameya çalakiyên ku bi armanca protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê û Başîkayê wê li başûrê Kurdistanê bên lidarxistin, hate eşkerekirin.

Çalakiyên ku bi pêşengiya Tevgera Azadî, Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Azad wê bi şîara “Tirkiye, ji Cerablûs û Başîkayê derkeve!” bên lidarxistin, li gelek qadên başûrê Kurdistanê wê hemwext pêk werin.

Tevgera Azadî bang li gelê Kurd ê li başûrê Kurdistanê, ciwan û jinên wê kir ku dagirkeriya Tirk protesto bikin, bi ruhê berxwedana Kobanê tevlî pêşendanan bibin.

Bernameya çalakiyan ku wê 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê destpê bikin, wiha ye;

Silêmanî: 1’ê Îlonê meş tê lidarxistin.

Rizgarî-Germiyan: 1’ê Îlonê saet 17.00’an meş tê lidarxistin.

Sengeser: 5’ê Îlonê saet 19.00’an semîner tê lidarxistin.

Qeladizê: 7’ê Îlonê saet 15.00’an li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê semîner tê lidarxistin.