Çeteyên ku li Cerablûsê hatin girtin, lîstika Tirkiye ya DIŞ’ê îtiraf kirin
Di encama operasyonekî ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve hate lidarxistin de ji çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat Ehmed Mehemed Casim û Elî Mehemed Ehmed, îtirafên balkêş kirin.
ANF
KOBANÊ
pêncşem, 1 rezberê 2016, 16:04
Çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat, plana Cerablûsê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de îtiraf kirin. Çeteyan anî ziman ku dewleta Tirk ji bo li dijî Kurdan şer bikin ew xapandine.
Di encama operasyonekî ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve hate lidarxistin de ji çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat Ehmed Mehemed Casim û Elî Mehemed Ehmed, îtirafên balkêş kirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, di dîmenê çeteyên ku hatine girtin de, çeteyên ku hatine girtin di heman demê de di kemîna ku 4 şervanên YPG’ê hatibûn girtin de cih girtibûn.
ÇETE BI PEREYAN ENDAMAN KOM DIKIN
Çeteyê bi navê Ehmed Mehemed Casim ji gundê Cideydê yê girêdayî Hemayê ye. Ehmed Mehemed Caris dibêje ku xwendekar bû, lê di destpêka bûyerên Suriyeyê de ew koçberî herêma Xan Şêxun bûn. Casim got ku ew li wir tevlî artêşa El-Izê bûye û 3 mehan din av de maye.
Ehmed Mehemed Casim destnîşan kir ku dema ew li Xan Şexun bûye, xortek hatiye cem wî û jê re gotiye: “Em derkevin gundewarên bakurê Helebê ji bo ku tevlî DAIŞ’ê bibin. wê 200 dolarî bidin me.”
‘DI HATAYÊ RE DERBAS BÛN’
Casim anî ziman ku ew paşê li gel heman xortî çûye deriyê sînor ê Atmê û derbasî bajarê Hatayê yê Tirkiyeyê bûne. Wekî tê zanîn li Atê kampa penaberên Suriyeyê heye û tam li ser sînor e. Beriya niha jî gelek caran bibû rojeva çapemeniyê ku çeteyên piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin, vê herêmê wekî baregehekê bikar tînin.
Çete Casim dibêje ew piştre birine Cerablûsê, lê ji gotinên wî diyar dibe ku ew bixwe jî nizane Cerablus ku dere û wekî bajarekî Tirkiyeyê pênase dike. Casim têkildarî mijarê wiha got: “Em ji Atmê birin bajarekî Tirkiyeyê yê bi navê Cerablûsê.”
Ehmed Mihemed destnîşan kir ku rayedarên Tirkiyeyê ji wan re gotine ku wê şerê DAIŞ û kurdan bikin û wiha dom kir: “Ji me re gotin ‘Kurd nebaş in, em rast in’.40 tang anîn û ew jî bi me re hatin.”
Ehmed Mehemed plana Tirkiye û DAIŞ’ê ya hevpar a ji bo Cerablûsê jî bi van gotinan eşkere dike, “Berê ji me re gotibûn ku wê şerê DAIŞ’ê û Kurdan bikin. Lê dema em çûn nava Cerablûsê bajar vala bû. Tu kes li wan deran nebû.”
‘LI GEL TIRKAN ME ÊŞKENCE LI KURDAN KIR’
Carim, der barê girtina 4 endamên YPG’ê ku piştî komkujiya li gundê El-Kusa li ser banga Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê çûbûn alîkariya sivîlan de jî, agahî dan. Ehmed Mehemed got ku ew jî di nava koma ku 4 şervanên YPG’ê girtine de bûn û wiha dom kir: “Em derbasî gundekî bûn, me dît ku hinek kurdan rêya xwe şaş kiriye û hatine wir. Me jî ew girtin û êşkence li wan kir. Piştre jî Tirkan ew girtin, tazî kirin û paşê êşkence li wan kirin. Bi xwe re birin. wesayîta wan 4 kesan li gel me ma.”
Mehemed got ku piştre jî we di operasyonekê de hatine girtin û wesayît jî dîsa hatiye desteserkirin.
‘DIVÊ TI KES NEYÊ XAPANDIN’
Ehmed Mehemed diyar kir ku Tirkan ew bi pereyan xapandin da ku ew şerê kurdan bikin, lê niha poşman bûye û ji hemû kesî xwest ku tu kes neyê ser vê rêya kemînê. Mehemed got ku tevî ku niha ew girtî ne jî, tu tedahiyek li wan nehatiye kirin.
Mehemed li ser endamên komên çeteyan jî bal kişand ku ew hemû ticarin û ev tişt anîn ziman: “Hemû ticarên xwînê ne. Em ji Hemayê hatin. Navê tabûra me Ketibe Qewafil El-Şuheda bû . Dema em hatin gotin ku ev ketîbe nû ye. Lê piştre em teslîmî koma Sûltan Mûrad kirin. Hejmara wan gelek e û desteka xwe ji Tirkiyeyê digirin.”
‘EM DERBAZÎ TIRKIYEYÊ BÛN’
Çeteyê din ê bi navê Elî Mehemed Ehmed ev tişt gotin: “Ez cotkar bûm. Ez di ser Atmê re derbasî Tirkiyeyê bûm û ji wir jî derbasî Cerablûsê bûm. Em bi 200 dolarî xapandin. Em ji bo pereyan hatin, ji me re gotin ku wê îkramiye jî bidin. Beriya ku em bên Cerablûsê em li kampek Tirkiyeyê kom kirin. Çek, cebilxane û tang dan me. Piştre em derbas kirin û balafiran jî destek da me. Malbata me feqîr bû, lewma ez jî bo pereyan çûm cem wan. Malbata min xwarin nebû ku bixwe, wê ji birçîna da bimirina. Ew ticarên xwînê ne, em xistin vê xefkê.”