KCD'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtinê da: Hûn nikarin roja me tarî bikin
KCD'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan a li avahiya wan da û destnîşan kir, ku ti êrîş nikare roja wan tarî bike.
KCD'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan a li avahiya wan da û destnîşan kir, ku ti êrîş nikare roja wan tarî bike.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), piştî duh polîsan êrîş birin ser avahiya wan, bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa polîsan şermezar kir. Duh piştî hevşaredar û parlamenterên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya KCD'ê dxuyanî dan û îlan kirin ku di 5'ê Îlonê de bi 50 kesan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin, nîvê şevê polîsan avêtin ser avahiya KCD'ê ya li Amedê. Polîsan di serdegirtinê de posterên Ocalan desteser kirin.
Piştî êrîşa duh KCD'ê daxuyaniyek nivîskî da û êrîş şermezar kir. KCD'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku ti hêz nikare roja wan tarî bike û wiha dewam kir: "Em dizanin ev êrîş li dijî Rêbertiya me ye. Ti hêz nikare daxwaza me ya aştiya bi rûmet û daxwaza me ya azadiya Ocalan asteng bike. Em van êrîşan şermezar dikin û dibêjin ti hêz nikare roja me tarî bike."