Mistefa Minbic: Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber dagirkeriyê rabin
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mistefa Minbic nerazîbûneke tund nîşanî dagirkirina Cerablûsê da û diyar kir, ew ê li dijî êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete, heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin.
MAHÎR YILMAZKAYA
MINBIC
pêncşem, 1 rezberê 2016, 07:00
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic destnîşan kir, ku sedema bingehîn a dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve, rizgarkirina çeteyên DAIŞ'ê ye û anî ziman, dewleta Tirk bi vî rengî desteka xwe ya ji bo komên çete yên weke Tûgaya Sûltan Mûrad, Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam zêde kiriye.
Mistefa Minbic da xuyakirin, dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablûsê re di heman demê de komên çete DAIŞ, Tûgaya Sûltan Mûrad, Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam li hev kom kiriye û Cerablûs radestî hev kirine.
BI DAGIRKIRINA CERABLÛSÊ RE DIXWAZIN SÎSTEMA FEDERAL A DEMOKRATÎK TINE BIKIN
Mistefa Minbic ragihand, bi sîstema federal a demokratîk re bêhn hatiye ber gel û civakên olî û anî ziman, ev model ji bo tevahiya Rojhilata Navîn mînak e.
Mistefa Minbic ragihand, bi rizgarkirina Minbicê re sîstema federal a demokratîk xurt bûye û got, lewma dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên tesfiyekirin, eciqandin û fetisandinê bi rengekî aktîf xistiye dewrê.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin, ku serketina Minbicê civakên baweriyan û gelên cuda yên daxwaza guherîn û veguherîna li Sûriyeyê dikin, bêhtir wêrek kiriye û destnîşan kir, ku vê pêngava azadiyê li gelemperiya cîhanê jî ji aliyê leşkerî û siyasî ve deng vedaye.
Mistefa Minbic diyar kir, çawa ku Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê bû navenda şer û êrîşan, ji bo Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê navendeke girîng û mozaîka gelan e.
Mistefa Minbic anî ziman, li Minbicê xwîna şervanên hêja yên Ereb, Tirkmen, Kurd, Çerkes û gelên din ên herêmê tevlîhev bûne, lewma ji bo gelan ev yek gelekî girîne û destnîşan kir, ku ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk û xurtkirina Sîstema Federal a Demokratîk ev pêşketineke gelekî girîng e.
Mistefa Minbic got, "Minbic yek ji girîngtirîn navendên jiyana hevpar û Sûriyeya demokratîk e" û ragihand, dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablûsê re dixwaze sîstema federal a demokratîk tine bike. Mistefa Minbic bang li hemû gelan kir, ku li dora sîstema federal a demokratîk li hev bicivin.
HÊZÊN NAVNETEWEYÎ NAXWAZIN DAGIRKIRINA CERABLÛSÊ BIBIHÎZIN, BIBÎNIN Û LI SER BAXIVIN
Mistefa Minbic da zanîn, ku hêzên navneteweyî xwe li pêşberî dagirkirina Cerablûsê ker, lal û kor kirine û ew hêzên navneteweyî yên bêdeng in, şermezar dikin.
Mistefa Minbicê damezrandina Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê silav kir û destnîşan kir, li dijî êrîşên dewleta Tirk, komên çete yên weke Tûgaya Sûltan Mûrad, Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam Ceyş Îslam û hwd. ew li cem Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ne.
Mistefa Minbic diyar kir, dewleta Tirk jî di nav de mafê ti hêzê nîne êrîşî xaka Sûriyeyê bike û xaka Sûriyeyê dagir bike. Minbic da xuyakirin, ku ew ê li dijî êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete, heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin.
JI ÇAVÛŞOGLÛ PIRSÎ: HÛN Ê MINBICÊ JI KÊ BISTÎNIN? JI ŞERVANÊN ME YÊN FEDAYÎ?
Beriya niha bi çend rojan, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ji çapemeniyê re gotibû, "Piştî dagirkirina Cerablûsê wê dor were xeta Minbic û Babê". Mistefa Minbic nerazîbûneke tund nîşanî vê daxuyaniyê da û ji Çavûşoglû re got, "Hûn ê Minbicê ji kê bistînin? Ji şervanên me yên fedayî?"
Mistefa Minbic destnîşan kir, ku Minbic ji aliyê şervanên fedayî yên dîrok bi xwîna xwe nivîsandin ve hatiye rizgarkirin û got, yên bi xwîna xwe dîrok nivîsandine, ti carî wê Minbicê ji dagirkeran, dewleta Tirk a Osmanî ya dagirker, mêtînger û talanker û ji çeteyên wê re nehêlin.
Minbic da xuyakirin, ku li hemberî êrîşên hundir û derve yên li dijî xaka Bakurê Sûriyeyê, ew ê bi ruhê fedayî li ber xwe bidin û diyar kir, weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew ê heta dawiyê destekê bidin Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê û Meclîsa Leşkerî ya Babê.
Mistefa Minbic da zanîn, ku ji bilî Ezaz û Cerablûsê, temamiya xaka Bakurê Sûriyeyê bi xwînê hatiye rizgarkirin.
DEWLETA TIRK LI CERABLÛSÊ SIVÎLAN QETIL DIKE
Mistefa Minbic ragihand, dewleta Tirk ji hewa û bejahî ve bombeyan li gundên Cerablûsê dibarînin û anî ziman, ji ber vê yekê bi dehan, bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Mistefa Minbic bang li hemû hêz û derdorên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir, ku li pêşberî komkujiyan bêdeng nebin û van komkujiyan teşhîr bikin.