Merasîma ji bo ciwanê Kurd ê li Marsîlyayê hat qetilkirin

Ji bo ciwanê Kurd ê li Marsîlyayê hat qetilkirin, merasîma cenaze hat organîzekirin.

Li navçeya Marîgnan a bajarê Marsîlya yê Fransayê, roja 21'ê Tebaxê di navbera esnafekî Ermenî û ciwanên Kurd ên ji vê dikanê tişt dikirî de, şer derket. Piştî ku ev bûyer mezin bû, roja 23'ê Tebaxê xwediyê vê dikanê tevî malbata xwe, ciwanekî Kurd Mesût Yilmaz ê ku qet eleqeya xwe bi bûyerê re nîne qetil kir. Li ser bedena Yilmaz şopa 4 fîşekan, lêdan û îşkenceyê hat dîtin.

Cesedê Yilmaz ê hat qetilkirin, bi wesayîta servîsê ya vê dikanê birin otoparka semteke din û li vê derê hat şewitandin. Cenazeyê Yilmaz ji aliyê polîsan ve hat dîtin û sewqî Nexweşxaneya La Tîmon a Marsîlyayê hat kirin. Duh jî bi merasîmeke girseyî, Kurdistaniyan cenaze anîn Mizgefta Feqiyê Teyran.

Kurdên beşdarî merasîmê bûn, rengên kesk, sor, zer û alên PKK'ê bi wesayîtê xwe ve kirin û bi sedan wesayîtan xwe gihandin ber mizgeftê. Piştî nimêjê, birayê Yilmaz Saîm Yilmaz axivî. Yilmaz diyar kir, ku birayê wî bêguneh e û bi xwînxwarî hatiye qetilkirin. Yilmaz xwest, ên înfaz pêk anîn li pêşberî edaletê werin darizandin û got, heta kujerên birayê wî bên dîtin, ew ê şopdarê bûyerê be.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê Azad Şirnexî jî li vir axivî û bibîr xist, ku Yilmaz ciwanekî welatparêz ê Kurd bû. Şirnexî da xuyakirin, ku her çend ên Yilmaz qetil kirine Ermenî jî bin, ev yek ne şerê navbera her du gelan e. Şirnexî diyar kir, divê bûyerê nexin stuyê tevahiya Ermeniyan û got, ew ê neyên lîstika hin hêzên tarî.

...