Artêşa Tirk bombeyên misket avête gundên Efrînê
Hat ragihandin ku artêşa Tirk bombeyên qedexekirî yên mîsket avête gundên girêdayî Kantona Efrînê.
Hat ragihandin ku artêşa Tirk bombeyên qedexekirî yên mîsket avête gundên girêdayî Kantona Efrînê.
Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa dagirker a Tirkiyeyê nuqteyên şervanên YPG’ê yên li gundê Çeqla yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê ku li ser sînor e, bomberdûman dike.
Hat diyar kir ku 40 bombeyên misket li gund ketin û topbaran hê jî dewam dike.