Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl têkîldarî şervanên ku ji hêla çeteyên dewleta Tirk dîl hatine girtin û êşkencekirin de daxuyaniyek nivîskî da û bi bîr xist ku li Cerablûsê dema ji bo rizgarkirina sivîlan, şervanên wan li ser esasê bangawaziya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûse wexta ku erka xwe ya mirovahî pêk tanîn û diçûn alîkariya welatiyên sivîl ên li herêma Cerablûsê ku hewl dan sivîlan ji bombebaranê dewleta Tirk xilas bikin, dîl ketine destê komên çete yên dewleta Tirk.
Xelîl destnîşan kir ku li beramberî vê yekê komên çeteyan bi awayekî hovane êşkence li şervanên wan kirine û ev peyam da: “Em weke YPG soz didin gel û şervanên xwe ku em ê hesabê vî tiştî ji wan çeteyan giran bixwazin.”