Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi hêvî û baweriya ku em ê cîhaneke azad û aştiyane ava bikin, em 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li hemû jinan, bindest û kedkaran pîroz dikin." KJK'ê bi wesîleya rojê, şehîdên di oxira aştî, demokrasî û azadiyê de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.
KJK'ê bibîr xist, ku sedsala 21'an veguheriye sedsaleke ji kaos û şerên giran û got, "Polîtîkayên hêzên modernîteya kapîtalîst û netewe dewletan ên xwe ji serdestî, mêtîngerî û kaosê xwedî dikin, Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê."
KJK'ê da zanîn, polîtîkayên zayendîparêz ên li hemberî jinan, mêtîngerî, talankirina mafan, şîdet û qirkirina jinê roj bi roj li erdnîgariya Rojhilata Navîn weke pêleke êrîşê ya rêk û pêk zêde dibin û wiha dewam kir: "Li dijî van êrîşên qirkirina jin û civakê, ku weke 3. Şerê Cîhanê xwe dide der, bi yekîtî, rêxistinî û têkoşîna hevpar a bindestan re em dikarin sedsala 21'an veguherînin sedsala aştî, biratî, azadî û demokrasiyê."
KJK'ê destnîşan kir, navenda Şerê 3. ê Cîhanê Rojhilata Navîn û Sûriye ye û işaret bi dagirkirina Cerablûsê û êrîşên li hemberî Rojavayê Kurdistanê kir, ku hikûmeta AKP-Erdogan tevî komên xwe yên çete yên weke DAIŞ'ê pêk tîne.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî vî şerê hegemonîk ê ku gefê li siberoja mirovahiyê dixwe, hêza herî girîng a li ber xwe dide jin û gelê Kurdistanê ne. Berxwedana hevpar a gelan û sîtema civaka demokratîk û azad a ku di nava Şoreşa Rojava de şênber bûye, bûye tirsa dilê hêzên hegemonîk û netewe dewletên li Kurdistanê serdest in. Hikûmeta Erdogan-AKP'ê polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan ji sînorê Tirkiyeyê derbas kiriye û xaka Sûriyeyê dagir kiriye. Ewçend bêperwa bûye, ku niha êrîşên xwe yên hovane yên rejîma tekparêz, faşîst û dîktatoriyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê li dijî Kurdan, gelên cuda, civatên çandî û baweriyan dimeşîne."
AKP BI ÊGIR DILÎZE
Di dewama daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de hat ragihandin, polîtîkaya herî xetere ya ku desthilatdariya Erdogan-AKP'ê dimeşîne û dikare Tirkiyeyê bixe nava şerekî naxweyî, êrîşên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bal hat kişandin ser fikarên gelê Kurd ên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê zêde bûne.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hêrsa gelê me difûre. Tevî gelek bangên tevgera me û çalakiyên gelê me jî bi ti awayî agahî ji Rêberê me nayê girtin û destûra hevdîtinê nayê dayîn. Ev yek asta xetere ya rewşê radixe pêş çavan. AKP bi êgir dilîze. Ev êrîş û hewldana xetere ya li dijî Rêberê me û êrîşên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, encama israra siyaseta tinekirin-înkarê ya desthilatdariya faşîst a AKP'ê ye. Ev êrîş hemû, pêngaveke nû ya êrîşê ya komploya navneteweyî ye. Êdî pêwîstiyeke neçarî ye, ku divê gelê me û alîgirên azadî û demokrasiyê li hemberî van êrîşan bi rengekî radîkal têbikoşin. Divê were dîtin, ku azadiya Rêber Apo wê bibe wesîleya aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn. Lewma jin, gelên me û dostên me divê li dora Rêberê me li hev bicivin û em li bendê ne ku li her cihî bi rengekî bênavber çalakiyên radîkal lidar bixin."
XWEDÎDERKETINA LI DESTKETIYÊN ŞOREŞA ROJAVA, ERK Û BERPIRSYARIYA DÎROKÎ YE
Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser berxwedana yekbûyî ya gelan a hêzên QSD'ê bi pêşengiya YPG/YPJ'ê li Rojavayê Kurdistanê li dijî her şêwe êrîşên DAIŞ'ê û rejîmê nîşan didin û destnîşan kir, ku ev berxwedan ji bo siberojeke azad hêviyê dide gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê.
KJK'ê da xuyakirin, ku gavên ji bo avakirin û parastina Federasyona Bakurê Sûriyeyê, planên hêzên hegemonîk ji hev dixin û diyar kir, bi ruhê yekîtiya neteweyî, mezinkirina berxwedana li dijî êrîşan û xwedîderketina li destketiyên Şoreşa Rojava, erk û berpirsyariyeke dîrokî ye.
FAŞÎZMA ERDOGAN HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HEDEF DIGIRE
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, faşîzma Erdogan hemû hêzên demokrasiyê, kedkar, jin û bindestan hedef digire û hat gotin, "Ji 15'ê Tîrmehê û vir ve, hewl dide êrîşên xwe yên faşîst, bi veşartina li pişt darbekaran, rewşa bike. Bi polîtîkayên şerker û êrîşkar ên xwe ji zilm û xwînê xwedî dike re, Tirkiye hem li hundir hem jî li derve xistiye rewşeke ku bi her kesî re şer dike û hewl dide li ser vê rewşa kaosê dîktatoriya xwe misoger bike. Dagirkirina Sûriyeyê, êrîşên li dijî Rojava encama van polîtîkayên hegemonîk e. Li hemberî gavên hikûmeta Erdogan-AKP'ê, ku bi înkarkirina Kurdan û dijberiya xwe ya li demokrasiyê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne, berxwedana gelê me û tevgera me ya azadiyê, tevî hemû berdêlên giran jî bi biryardariyeke mezin dewam dike. Bêguman divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, li dijî vê dîktatoriya faşîst, têkoşîna hevpar a gelê me û tevgera me ya azadiyê xurtir bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de Koordînasyona KJK'ê bang li hemû jinan, hêzên çep, sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û alîgirên demokrasî, azadî û aştiyê kir, ku berxwedanê geş bike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li jinan, ciwanan, hêzên şoreşger û demokrasiyê dikin ku bi ruhê berxwedanê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê silav bikin. Siberoja azad wê bi berxwedana mirovên ji bo cîhaneke bê şer û bê mêtîngerî têdikoşin ava bibe."